Ano Cewher li Waşintonê rewşa pêkhate û kîmaniyên Iraq û Sûriyeyê nîqaş kir
Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Veguhastin û Gihandinê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê tevlî Lûtkeya Cîhanî ya Azadiya Olan li Waşintonê bû, û bi rengekê fermî Şêwirmendê Sereke yê Karûbarên Azadiya Olî ya Cîhanî, Komîsyarên Komîsyona Amerîkayî ji bo Azadiya Olî ya Navneteweyî û Cîgirê Birêvebirê Desteya Hevpariyê ya Encûmena Nûnerên Amerîkayê ji bo Demokrasiyê vexwandin, da ku tevlî Roja Nimêja Neteweyî ya Kurdistanê bibin, ku biryar e li Nîsana bê bi amadebûn û çavdêriya Serok Mesûd Barzanî li Hewlêrê tê lidarxistin.
Wezîrê Veguhastin û Gihandinê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Ano Cewher di daxuyaniyekê de amaje da: Di çarçoveya Lûtkeya Cîhanî ya Azadiya Olan de, ez tevlî hejmareka civînên fermî yên cuda cuda bûm ku ji hêla “IPP”yê ve ji bo mafên azadiya ol û bîr û baweriyan hatibûn rêkxistin.
Ano Cewher herwesa got: Bi Şêwirmendê Sereke yê Karûbarên Azadiya Olî ya Cîhanî li Wezareta Derve ya Amerîkayê û Komisyarên Komîsyona Amerîkayî ji bo Azadiya Olî ya Navneteweyî (USCIRF) Mark Walker re, me bi berfirehî danûstandin li ser wan qebxwaziyên mirovî kir ên ku rûbirûyî Xiristiyan, Êzîdî û hemî pêkhateyên olî û etnîkî yên din li Iraq û Sûriyeyê dibin.
Navbirî di pareka din a daxuyaniya xwe de got: Di civîneka fermî de bi Rêvebirê Desteya Hevpariyê ya Encûmena Nûnerên Amerîkayê ji bo Demokrasiyê (HDP) Derek Lighten û Cîgirê Rêvebir Leslie Reagan re, me behsa erkên wê desteyê kir, ku ji xurtkirina desthilatdariya demokratîk bi rêya misogerkirina şefafî, jêpirsîn, serweriya qanûnê, pirrengî û parastina mafên kêmaniyan, herwesa avakirina şiyanên parlamentoyê bi rêya piştgirîkirina parlamenteran di pêşxistina danana qanûnan û xebata komîteyan û xurtkirina çavdêriya li ser desthilata bicihanînê.
Wezîrê Veguhastin û Gihandinê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di dawiya daxuyaniya xwe de jî got ku, wî bi rengekê fermî Şêwirmendê Sereke yê Karûbarên Azadiya Olî ya Cîhanî, Komîsyarên Komîsyona Amerîkayî ji bo Azadiya Olî ya Navneteweyî û Cîgirê Birêvebirê Desteya Hevpariyê ya Encûmena Nûnerên Amerîkayê ji bo Demokrasiyê vexwandin, da ku tevlî Roja Nimêja Neteweyî ya Kurdistanê bibin, ku biryar e li Nîsana bê bi amadebûn û çavdêriya Serok Mesûd Barzanî li Hewlêrê tê lidarxistin.