Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Wezîrê Derve yê Fransayê kir
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Herêma Kurdistanê û Wezîrê Derve yê Fransayê civiyan, biryar e piştî wê civînê jî konferanseka rojnamevanî ya hevpar li dar bixin.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro (Pêncşem, 5ê Sibata 2026ê) li bingeha Serokatiya Herêma Kurdistanê pêşwaziya Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot kir û pê re civiya.
Piştî temambûna civîna di navbera wan de jî, biryar e ku ew di konferanseka rojnamevanî ya hevpar de naveroka civîna xwe ji medyayê re eşkere bikin.
Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Novel Barrow îro geşteka dîplomatîk ji bo Rojhilata Navîn kir û di wê çarçoveyê de serdana Sûriye, Iraq û Herêma Kurdistanê kir, armanca wê serdanê jî nîqaşkirina peymana di navbera HSD û Şamê de û pirsa çekdarên Fransayî yên di nav DAIŞê de ye.
Li gorî zanyarên Kurdistan24ê, sibe bernameya karên Wezîrê Derve yê Fransayê dê berfirehtir bibe; ew dê bi Serok Mesûd Barzanî û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî re bicive.