Jean-Noel Barrot: Pêşmergeyan û Fransayê roleka girîng di rûbirûrûbna DAIŞê de hebû
Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Derve yê Fransayê ragihand: Di dema şerê li dijî DAIŞê de li sala 2014ê, Serokê Fransayê François Hollande serokê yekê bû serdana Hewlêrê kir.
Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot îro (Pêncşem, 5ê Sibata 2026ê) di konferanseka rojnamevanî ya hevpar de bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re ragihand: Hêzên Pêşmergeyan û Fransayê di şerê li dijî DAIŞê de zehmet kêşa, lewma jî Şaredariya Parîsê wekî rêzgirtin rêyek bi navê Pêşmerge binav kir.
Jean-Noel Barrot herwesa got: Di sala 2014ê de, Serokê wê demê yê Fransayê François Hollande serokê yekê bû ku serdana Hewlêrê kir. Em hemî wan şehîdan bi bîr tînin ên ku di şerê li dijî terorîstan de canê xwe feda kir.
Herwesa got: Fransa û Herêma Kurdistanê her tim demên dijwar de hevpar bûne, di demekê de Sûriye, Îran û dever di nav aloziyê de ne. Em ji bo her pevçûnekê ji nêz ve hevahengiyê dikin. Ez dixwazim ji nêz ve spasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bikim, ji bo rola wê di van mijaran de hebû, xasma jî di rewşa Sûriyeyê de, ku alîkaên gelek baş bûn da ku lihevkirin çê bibe, herwesa Fransa bi rawestiyan bizavên xwe bi kar anîn da ku alozî rawestin.
Herwesa got: Em dê her bizavekê bikin da ku mafên Kurdan û hemî pêkhateyan li Sûriyeyê bên parastin. Em li vê derê ne ku vê peymanê bi cih bînin, bi armanca çêbûna Sûriyeyeka yekgirtî, xwedan serwerî û pirî aştî, herwesa divê Kurdan tevlîbûneka çalak li Sûriyeya paşerojê wekî Kurdan li Iraqê hebe.
Wezîrê Derve yê Fransayê amaje jî da: Em ji gefên li ser Herêma Kurdistanê haydar in û di dema her bûyereka nexwestî de em dê ranewestin û em dê hevkar û piştgirên sereke bin.
Amaje jî da: Em spasiya Kurdan dikin ji bo wê baweriya ku wan bi me heye. Têkiliyên di navbera Fransa û Herêma Kurdistanê de tevgir in, di warê aborî, çandî û jîngehê de. Ev têkilî konkirîtî ne û xizmeta gelê Kurd dikin. Em spasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin, ji bo terxankirina perçeyeka erdî ji bo çêkirina avahiyekê nû ji bo Konsulxaneya Fransayê li Hewlêrê.
Barrot li ser têkiliyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de got: Divê Hewlêr û Bexda ji bo çareserkirina wan pirsgirêkên di navbera xwe de danûstandinan bikin. Herwesa ez dê sibe bi Serok Barzanî re bicivim û em dê behsa qebxwaziyên deverê bikin.
Navbirî li dawiyê jî got: Li sala 1968ê, General Mela Mistefayê Barzanî nameyek ji Charles de Gaulle re şand û Roja Neteweyî li wî pîroz kiribû, herwesa amaje dabû ku Roja Cîhanî ya Neteweyî ya Fransayê mînakek e ku îlhamê dide miletên din jî.