Peyama dîrokî ya Barzanîyê Nemir ji De Gaulle re: Fransa penageha tekane û hêviya dawî ya gelê Kurd e"
Navenda Nûçeyan (K24) – Di belgeyeke dîrokî de ku vedigere sibata sala 1968an, Rêberê Tevgera Rizgariya Kurdistanê Mele Mistefa Barzanî, di nameyeke taybet de ji bo Serokê wê demê yê Fransayê General Charles de Gaulle, behsa rewşa dijwar a gelê Kurd dike û Fransayê wekî "take hêviya Kurdan" bi nav dike.
Belgeyek nû ya dîrokî, hûrgiliyên peywendiyeke dîplomatîk a girîng di navbera Rêberê Kurd Mele Mistefa Barzanî û Serokê Fransayê General Charles de Gaulle de eşkere dike. Ev name di demeke pir hestiyar de hatibû nivîsandin ku tevgera Kurdî di bin dorpêçeke giran de bû.
Mele Mistefa Barzanî di destpêka nameya xwe de, bi zimanekî bilind ê dîplomatîk û bi rêz silavên xwe digihîne De Gaulle. Barzanî xwe wekî "zilamekî temenmezin ku jiyana xwe di oxira rûmet û azadiya gelê xwe de xerc kiriye" dide nasîn. Her wiha Charles de Gaulle jî wekî "şervanê herî mezin û rizgarîkerê Fransayê" pênase dike.
Mela Mistefa Barzanî balê dikişîne ser wê yekê ku De Gaulle kesayetek e ku baweriya wî bi "mafê diyarkirina çarenivîsê" heye û li dijî her cûre zulmê ye. Ji ber wê yekê, Mela Mistefa Barzanî di nameya xwe de dibêje ku De Gaulle dikare ji her kesî çêtir di êş û xebata şeş salan a Kurdan a li çiyayan fêm bike.
Yek ji xalên herî balkêş di nameyê de, bikaranîna zîrekiya dîplomatîk a Mela Mistefa Barzanî ye. Ew helwesta Charles de Gaulle ya li dijî şerê Vîetnamê bi bîr tîne û daxwaz dike ku Fransa bi heman pîvêrî li doza Kurd jî binihêre.
Mela Mistefa Barzanî di nameyê de wiha dibêje: "Hûn dikarin hevxemê wî şerê dijwar bin ku Kurd ev şeş sal in li çiyayên bakurê Iraqê dikin. Ez bawer im çarenivîsa Kurdan li cem cenabê we, ne kêmî çarenivîsa Vîetnamiyan girîng e."
Tenêtiya Kurdan û metirsiya biçekkirina Iraqê
Mele Mistefa Barzanî di beşeke din a nameya xwe de, behsa tenêtiya gelê Kurd di qada navneteweyî de dike. Ew rexne li Neteweyên Yekgirtî (NY) digire ku Kurd piştguh kirine û balê dikişîne ser wê yekê ku welatên zilhêz ji bo firotina çekan ji bo Iraqê di pêşbaziyê de ne.
Mela Mistefa Barzanî hişyariyê dide Fransayê û dibêje: "Iraq daxwaza çekan ji Fransayê dike bêyî ku pirsa Kurd çareser bike. Ew çek dê tenê bibin sedema wêrankirin û komkujiya jin û zarokên me."
Fransa: Penageha dawî ya hêviyê
Rêberê Kurd di dawiya nameyê de bi bikaranîna deqekî ji Qurana Pîroz, ruhekî manewî dide peywendiyê û dinivîse: "Her mirovek di ruhê xwe de xwediyê penageheke hêvî û aştiyê ye." Ew tekez dike ku ji bo gelê Kurd, Charles de Gaulle û Fransa ew penageh û asîmanê pak in ku Kurdan hêviyên xwe pê ve girêdane.
Ev belgeya dîrokî nîşan dide ku Mele Mistefa Barzanî xwedî dîtineke stratejîk a kûr bû û di serdemeke dijwar de hewl dida piştgiriyeke exlaqî û siyasî ya navneteweyî ji bo doza rewa ya gelê Kurd peyda bike.