Berdevkê Wezareta Çandiniyê: Hikûmet girîngiyeka taybetî dide berhemên navxweyî

Hîwa Elî
Hîwa Elî

Navenda Nûçeyan (K24) - Berdevkê Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Hîwa Elî îro (Şemî, 7ê Sibata 2026ê) di çavpêkeftineka televîzyonî de ragihand ku, Hikûmeta Herêma Kurdistanê girîngiyeka taybetî dide berhemên navxweyî û bizavê dike ku bi rêya planeka berfireh Herêma Kurdistanê di piraniya berhemên sereke de bigihîne asta xweseriyê.

Hîwa Elî amaje jî da ku, Herêma Kurdistanê salane pêdivîtî bi nêzîkî 450 hezar tonên petatan ji bo xwarinê heye, lê niha asta berhemanînê gihîştiye nêzîkî 700 hezar tonan. Vê yekê jî wesa kiriye ku ne tenê pêdivîtiya navxweyî bê dabînkrin, belkî berhemê petatên Kurdistanê ji bo welatên kendavî û Ewropayê jî bê hinardekirin.

Navbirî tekez jî kir ku, Wezareta Çandiniyê demsalnameya çandiniyê heye û di demsalên ku berhemê navxweyî tê de zêde ye, hawirdekirina eynî berhemî ji derve qedexe dike, wek temate, petat û berhemên din ên demsalî, ev jî bi armanca parastina cotkaran ji zirarên darayî û firotina berhemên wan.

Berdevkê Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê li ser şandina berheman ji bo naverast û başûrê Iraqê got: Pêştir pirsgirêk û bacên neqanûnî hebûn, lê niha bi rêya komîteyeka teknîkî û formeka yekgirtî, berhemên cotkarên Herêma Kurdistanê bi hêsanî digihîjin bazarên din ên Iraqê. Her roj nêzîkî 10 hezar tonên berhemên çandiniyê diçin bajarên Iraqê.

Wezareta Çandiniyê dixebite ji bo ku di hemî demsalan de berhemên navxweyî hebin. Ji bo vê armancê jî, ew ji bo bikaranîna pergalên hîdroponîk, xanîyên plastîkî û çêkirina embarên sarkirinê ji bo hilgirtina berheman cotkaran teşwîq dike, da ku di dema berhemanînê de jî pêdivîtiya sûkê bi hawirdekirinê nebe.

Hîwa Elî ji ber baranên baş geşbîniya xwe li ser demsala dirûtina genim a îsal geşbîniya xwe anî ziman û amaje da ku, ji bo wergirtina genimê cotkaran bi rêya sayloyan bi bihayên guncayî bi hikûmeta federal re hevahengî heye.