Mustefa Ozçelîk: Dersa bijarte ji bo perwerdeya bi kurdî û fermîbûna zimanê me ‘pêlikek’ e
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Giştî yê PWKê Mustafa Ozçelîk bang li malbatên kurd kir ku ji bo zarokên xwe dersa bijarte ya kurdî hilbijêrin û destnîşan kir ku ev gav ji bo têkoşîna li dijî asîmîlasyonê û fêrbûna zimanê dayikê giring e.
Serokê Giştî yê Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk îro 9ê Sibatê derbarê hilbijartina dersên bijarte yên kurdî (kurmancî û kirmanckî/zazakî) de daxuyaniyeke nivîskî belav kir. Ozçelîk da zanîn, dema serîlêdanê di 12ê Sibata 2026an de bi dawî dibe û bang li hemû dê û bavên kurd kir ku heta wê demê serî li dibistanan bidin.
Daxuyaniya Serokê Giştî yê PWKê Mustafa Ozçelîk wiha:
Em dersa bijarte ya kurdî, ji bo fêrbûn, fermîbûn û perwerdeya bi zimanê kurdî bikin pêlikekê
Serîlêdana ji bo dersa bijarte ya kurdî (kurmancî, kirmanckî/zazakî) roja 12.02.2026ê bi dawî tê.
Em bangî hemû malbatên kurdan dikin da ku ji bo zarokên xwe yên di polên 5, 6, 7 û 8ê de ne dersa bijarte ya kurdî (kurmancî, kirmanckî/zazakî) hilbijêrin.
Lêxwedîderketina dersa bijarte ya kurdî qet nayê wê maneyê ku em dest ji mafên xwe yên perwerdeya bi zimanê kurdî û fermîbûna zimanê kurdî berdidin. Berevajîyê wê, hilbijartina dersa bijarte ya kurdî, piçekî be jî rê li ber girtina asîmîlasyonê ye, lêxwedîderketina zimanê kurdî ye, ji bo ku zarokên me kurdî fêrbibin gavek e.
Em bangî rayedarên Dewleta Tirkîyeyê dikin, da ku dawî li her cûre astengîyên li ber hilbijartina dersa bijarte ya kurdî bêanîn, hejmara mamosteyên kurdî, li gorî pêwîstîyê bêne zêde kirin.
Em bangî hemû rêvebir û berpirsên li dibistanan dikin ku ji bo hilbijartina dersa bijarte ya kurdî ji malbatan re bibin alîkar û prosedura serîlêdanê hêsantir bikin.
Ji bo ku dersa bijarte ya bi zimanê kurdî ji dibistana destpêkê ya zarokan û ji destpêka pola yekê heta dawîya pola 12yê be, divê gavên pêwîst bêne avêtin.
Ji bo zimanê kurdî bibe zimanê fermî û bibe zimanê perwerdeyê demildest divê gavên pêwîst bêne avêtin, di Qanûna Bingehîn û di hemû Qanûnên Dewleta Tirkîyeyê de guhertinên pêwîst bêne bicîh kirin.
Berîya her tiştî, divê di hemû beşên jîyana xwe ya rojane de em bi kurdî biaxivin û kurdî fêrbibin. Bi taybetî em bi zarokên xwe re bi kurdî biaxivin, ji bo ku zarokên me kurdî fêrbibin, em ji her îmkan û firsendê feydê bigrin û bikarbînin.