PDK û YNK li ser posta Serokkomariya Iraqê dicivin

Navenda Nûçeyan (K24) – Şandên bilind ên PDK û YNKê sibe li Hewlêrê dicivin, da ku pirsa namzedê Serokkomariya Iraqê yekalî bikin. Ev civîn wekî hewildana dawî ya ji bo lihevkirinekê tê nirxandin.

Endama Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Eşwaq Caf ji bo medya Herêma Kurdistanê ragihand, biryar e sibe çarşemê, 11ê Sibata 2026an, şandeke bilind a Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) serdana Hewlêrê bike û bi şandeke bilind a PDKê re bicive.

Eşwaq Caf diyar kir, ev civîn dê civîneke "çarenivîsî" be û got: "Eger her du alî li ser namzedekî li hev bikin, em ê bi namzedekî hevbeş beşdarî rûniştina parlamentoyê bibin. Lê eger lihevkirin pêk nehat, her du partî dê bi namzedên cuda herin nav rûniştina Parlamentoya Iraqê."

Caf her wiha bal kişand ser rûniştina parlamentoyê û got ku egera paşxistina rûniştinê heye. Li gorî gotina wê, di nav aliyên Şîe de nêrînek heye ku hikûmeta niha bimîne heta ku rewş bi temamî zelal dibe, lê PDK û YNK dê li gorî encamên civîna sibe helwesta xwe ya dawî diyar bikin.

Ji aliyê xwe ve, Serokê Fraksiyona YNKê li Parlamentoya Iraqê Herêm Kemal Axa ji Kurdistan24ê re piştrast kir ku rojeva civîna sibe li ser posta Serokkomariyê ye.

Herêm Kemal Axa eşkere kir, eger her du alî sibe bigihîjin encamekê û li hev bikin, wê demê roja pêncşemê, 12ê Sibata 2026an, Parlamentoya Iraqê ji bo hilbijartina Serokkomarê nû yê Iraqê dê rûniştina xwe pêk bîne.