Mesrûr Barzanî di merasîma "E-psûle" de lêxweşbûnek di nirxê elektrîkê de ragihand
Navenda Nûçeyan (K24) – Bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Parêzgarê Banka Navendî ya Iraqê Elî El-Ellaq, îro 10ê Sibatê di merasîmeke taybet de projeya “E-psûle” hat ragihandin. Ev proje wekî malpereke taybet ji bo dayîna xercên xizmetguzariyên giştî yên hikûmetê hatiye sêwirandin.
Di merasîmê de hejmareke mezin a veberhêner, karsaz û nûnerên bankan amade bûn. Serokwezîr Mesrûr Barzanî beşdarî panelekê bû û bersiva pirsên derbarê giringî û hûrgiliyên vê projeyê de da.
Pêşkêşkarê panelê bal kişand ser guhertinên di sê salên dawî de û got: “Beriya sê salan, di konferansekê de hatibû gotin ku kêmtirî 5% ji welatiyan xizmetguzariyên bankî bikar tînin. Lê îro em nêzîkî wê yekê dibin ku nîvê xelkê Kurdistanê bibin xwedan hesabên bankî. Bi taybetî piştî destpêkirina projeya ‘Hejmara Min’, nêzîkî 4 milyar dolar çûye nav sîstema bankî. Di qonaxa ezmûnî ya ‘E-psûle’ de jî, di demeke kurt de 200 hezar caran drav hatine razandin.”
Mesrûr Barzanî: Armanca me xizmetguzariya hêsan û dîjîtal e
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di destpêka axaftina xwe de bi xêrhatina Parêzgarê Banka Navendî ya Iraqê Dr. Elî Ellaq, nûnerên kompanyaya "Medfûat" a Urdinî û wezîran kir û ev proje wekî "destkefteke mezin a nîştimanî" bi nav kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî wiha axivî: "Armanca me ya sereke ew e ku em zêdetir xizmeta welatiyan bikin û karên wan hêsan bikin. Ji bo vê yekê, me binesaziyeke aborî ava kir da ku em karibin xizmetguzariyên dîjîtal pêşkêş bikin. Di bernameya reformê ya hikûmetê de, me giringiyeke mezin da dîjîtalîzekirinê. Ez spasiya hemû tîman û bi taybetî birêz Hîwa Efendî dikim ku di avakirina vê binesaziyê de roleke mezin lîstin."
"Aboriya bi 'kaş' sînorkirî ye"
Serokwezîr Mesrûr Barzanî destnîşan kir ku sîstemên kevneşopî demeke zêde ji welatiyan dibirin û wiha berdewam kir: "Di sîstemên pêşkeftî yên cîhanê de, tu aborî bi sîstema 'kaş' bi pêş nakeve. Geşepêdana aboriya neqdî sînorkirî ye. Ji bo ku em aboriya Herêma Kurdistanê ber bi qonaxeke baştir ve bibin, divê em wekî welatên pêşkeftî sîstema xwe bikin dîjîtal. Ev yek dê bibe alîkar ku şefafiyet di sîstema darayî û bankî de çêbibe."
Peywendiya welatî û bankê
Mesrûr Barzanî bal kişand ser projeya "Hejmara Min" û got ku ev proje ne tenê ji bo dayîna mûçeyan e, lê belê pirek e di navbera welatî, hikûmet û sektora bankî de. Bi vî rengî, bank dikarin zêdetir sermaye di destê wan de hebe da ku deynan bidin welatiyan an jî projeyên mezin birêve bibin.
Derbarê hêsankariya ku "E-psûle" bi xwe re tîne, Serokwezîr got: "Bi rêya vê sîstemê, welatî dikarin xercên xizmetguzariyên mîna elektrîkê (wek mînak projeya Rûnakî) di her dem û di her derê de bi awayekî dîjîtal bidin. Êdî pêwîst nake welatî di dorên dirêj de bisekinin û westiyan û serêşiya berê namîne. Ev pêngavek e ji bo ku welatî bi rehetî ji xizmetguzariyên hikûmetê sûd werbigirin."
Bi rêya van xizmetguzariyan, herêmên Kurdistanê zêdetir bi hev ve tên girêdan û Herêma Kurdistanê bi temamî dibe yek. Gelo hûn jî bandora erênî ya van projeyan bi vî rengî dibînin?
Serokwezîr Mesrûr Barzanî: Bêguman, xizmetguzarî ji bo hemû welatiyan e, bêyî ku cudahî bikeve navbera bajar û navçeyan. Ev xizmetguzariyên ku tên pêşkêşkirin, ji bo seranserê Kurdistanê ne. Ez spasiya hemû xwişk û birayên di wezaretên têkildar de dikim ku alîkariya serkeftina vê projeyê kirin. Bi sûdgirtina ji teknolojiya serdem û dîjîtalîzasyonê, xelkê navçeyên dûrdest jî dikarin bi hêsanî xercên xwe bidin hikûmetê. Daxwaza me ew e ku di paşerojê de peywendiyeke hîn baştir di navbera karsaz û welatiyan de jî ava bikin, da ku êdî ne tenê bi hikûmetê re, lê di navbera xwe de jî sîstema dîjîtal û sektora bankî bikar bînin.
Welatî li her derê, li Kelar, Zaxo an Rawandizê wek hev pereyan didin. Gelo ev drav paşê ji bo parêzgehan bi xwe vedigerin? Gelo ev yek şefafiyetê zêdetir dike?
Serokwezîr Mesrûr Barzanî:
Armanca me hem hêsankariya ji bo welatiyan e, hem jî peydakirina şefafiyetê ye, da ku hikûmet û welatî bizanibin dahat çawa tê komkirin û xercî çawa ne. Welatiyê me li kîjan parêzgeh an bajarî be, dema bi awayekî dîjîtal pereyê xizmetguzariya wê navçeyê dide, ew dahat dîsa ji bo xizmetguzariyên wê parêzgeh û bajarî vedigire. Mafê tu parêzgeh û welatiyekî winda nabe.
Bi vê sîstemê, dahata desthilatên xwecihî dê zêdetir bibe. Berê gelek kesan dixwest pereyê elektrîka xwe bidin, lê ji ber dorên dirêj an jî kêmasiya karmendan a ji bo şopandinê, ev yek nedibû. Niha welatî dikarin ji malên xwe, di her demê de dravê xwe bidin û hikûmet jî dikare dahat û lêçûnên xwe baştir birêxistin bike.
Projeya "Hejmara Min" bû sedem ku xelk bi lez bibe xwedan hesabên bankî. Lê binesaziya bankan jî divê pê re geş bibe, ji ber ku niha xelk ji bo karên xwe bi saetan di bankan de disekinin. Plana we ji bo bilindkirina asta binesaziya bankan çi ye?
Serokwezîr Mesrûr Barzanî:
Ev bername hemû hevdu temam dikin. Bingehê van xizmetguzariyan sektora bankî ye. Parêzgarê Banka Navendî ya Iraqê Elî El-Ellaq li vir e û wî projeyeke giring ji bo reformkirina bankan daye destpêkirin. Ez ji vir spasiya wî dikim û ev xebat cihê rûmetê ye. Eger ev bernameyên wî bi ser bikevin, aboriya Iraqê dê ber bi qonaxeke gelek baştir ve biçe. Ez dikarim bi dilsafî bibêjim; eger çend kesên wekî wî hebûna, dibe ku niha li Iraqê qeyrana darayî nemaba.
Bêguman reformên di sektora bankî de gelek giring in û em piştgiriyeke xurt didin bankên sektora taybet jî. Bank dikarin di pêşxistina polîtîkayên aborî û darayî yên welat de roleke sereke bileyîzin.
Giring e ku medyaya hikûmetê û medyaya giştî di bilindkirina hişmendiya xelkê de bibe alîkar, ji ber ku metirsiya êrîşên sîberî heye. Nêrîna we li ser vê yekê çi ye?
Serokwezîr Mesrûr Barzanî:
Rast e, teknolojî bê kêmasî nîne. Lê hemû platformên ku ji bo xizmeta xelkê hatine sêwirandin, parastina mafên welatiyan li ber çav girtine. Karên baş di warê ewlehiya sîber de hatine kirin. Beşek ji vê yekê bi hişmendiya welatî ve girêdayî ye. Nifşê nû di bikaranîna teknolojiyê de şarezay e, lê dibe ku nifşê berê hinekî hewceyî alîkarî û rênimayan be. Min daxwaz kiriye ku rênimayên zelal werin weşandin. Wekî mînaka ATM-an, di destpêkê de dibe ku zehmetiyek hebe, lê gava welatî bibînin ku ev sîstem çiqas dem û pereyê wan diparêze, dê zû hîn bibin.
Projeya "Ronakî" yek ji projeyên herî giring e, lê di van demên dawî de xelk gilî ji bihayê elektrîkê dikin. Gelo di vî warî de tu pêngaveke nû heye?
Serokwezîr Mesrûr Barzanî:
Projeya Ronakî karî di demeke rekor de pirsgirêka elektrîkê ya ku 30 sal in li vî welatî heye, çareser bike. Niha 75% heta 80% ê Kurdistanê xwedan elektrîka 24 saetan e. Plana me ew bû ku heta dawiya îsal hemû Kurdistan bibe xwedan elektrîka 24 saetan, lê tîma me mizgînî da ku heta havîna vê salê (2026), li her derê Kurdistanê dê elektrîk bibe 24 saet.
Derbarê bihayê zêde de, divê em bizanibin ku bi sîstema "pîvana zîrek" dadperwerî çêbûye. Kî zêdetir bikar bîne, zêdetir dide; kî kêm bikar bîne, kêm dide. Zivistana îsal pir sar bû, xelkê zêdetir hîter û sopen elektrîkê bikar anîn. Her wiha, fatûreya vê carê ne ya 30 rojan, lê ya 45 rojan bû, lewma xelkê wek zêdebûn dît. Hikûmet nikare bêyî biryar bihayê yekîniya kehrebeyê biguherîne, lê ji ber zêdebûna bikaranînê, fatûre bilind bûn.
Mizgîniya daxistina 20% di bihayê kehrebeyê de
Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo sivikkirina barê welatiyan biryarek ragihand û got: "Ji bo ku em alîkariya welatiyan bikin, her kesê ku ji îro pê ve di nava 30 rojan de sîstema 'E-psûle' bikar bîne û bi rêya wê nirxê elektrîka xwe bide, ez daxwaz ji hikûmetê dikim ku 20% daxistin di bihayê kehrebeya wî/wê ya vê mehê de were kirin. Ev handanek e hêm ji bo karanîna sîstema dîjîtal û hêm jî ji bo alîkariya welatiyan di vê zivistana dijwar de."
Paqijiya jîngehê û rakirina jeneratoran
Serokwezîr bal kişand ser aliyê jîngehparêziyê yê projeyê jî û wiha got: "Me nêzîkî 4 hezar jenerator ji nav bajarên Kurdistanê rakirin. Dûmana van 4 hezar jeneratoran wekî dûmana 700 hezar otomobîlan bû. Niha hewayê bajarên me gelekî paqijtir bûye. Ez daxwazê ji welatiyan dikim ku di bikaranîna enerjiyê de berpirsiyar bin. Enerjî ne tiştekî bêberamber e, divê em zêdegaviyê (israf) nekin."
Berê baweriya xelkê bi sozên hikûmetê lawaz bû, lê niha tevî hemû qeyranan, we baweriyeke mezin di nav xelkê de ava kiriye. Gava hûn dibêjin projeyek dê di meha şeşan de biqede, xelk bawer dike. Hûn ê vê baweriyê çawa bikar bînin?
Serokwezîr Mesrûr Barzanî:
Ez berî her tiştî şukra Xwedê dikim ku ev derfet da me ku em sozên xwe bi cih bînin û bibin cihê baweriya xelkê Kurdistanê. Ev serbilindiyeke mezin e. Lê divê em zanibin ku ev karekî hevpar e; hikûmet soza xizmetguzariyê dide û pêk tîne, lê berpirsiyariya welatiyan jî heye ku van xizmetguzariyan – çi elektrîk be çi av be – bi rênimayên rast bikar bînin.
Min ti carî ji xelkê re negotiye "tenê ji ber gotinên min bawer bikin", lê piştî ku me erkên xwe bi cih anîn û xizmetguzarî gihandin xelkê, êdî pêdivî bi axaftinê nema. Xelkê bi xwe berhema karên me dît. Ev bawerî di encama kiryaran de derket holê, ne di encama gotinan de. Ez spasiya xelkê Kurdistanê dikim ku ev derfet û piştgirî da me.
Di mehên pêş de kîjan proje û destpêşxeriyên nû di rojevê de hene?
Serokwezîr Mesrûr Barzanî:
Armanca me ya sereke hêsankirina jiyana xelkê ye. Ji bo vê jî me binesaziyek ava kiriye, lê hîn karên me yên neqediyayî hene. Îro em behsa dîjîtalîzekirinê dikin, lê binesazî di gelek warên din de jî pêwîst e; wekî rê û pira, avahiyên nû, geşepêdana çandiniyê, sektora tenduristiyê, perwerde û geştûguzariyê.
Me pêngavên baş avêtine lê em hîn di destpêkê de ne. Ji bo ku her bernameyek serkeftî bibe, divê binesaziya wê ya kûr hebe. Em dixwazin teknolojiyê bixin xizmeta welatiyan da ku aboriya me geş bibe û sektora me ya bankî bihêztir bibe.
Kurdistan: Ji bo Iraqê nimûneya serkeftinê
Serokwezîr Mesrûr Barzanî destnîşan kir ku ew dixwazin Herêma Kurdistanê di warê pêşkeftinê de bibe nimûneya herî serkeftî li Iraqê û wiha got: "Daxwaza me ew e ku hemû Iraq bikaribe ji ezmûna serkeftî ya Herêma Kurdistanê sûd werbigire. Başbûna rewşa aborî ya li tevahiya Iraqê û herêmê, dê bandoreke rasterast û erênî li ser aboriya Herêma Kurdistanê jî bike. Ji bo vê yekê jî em hewceyî piştgirî, mîtmane û sebra xelkê xwe ne, da ku em bi hev re welatê xwe hîn bêtir ava bikin."
Piştî pênc salên din, hûn dixwazin Kurdistan di kîjan astê de be? Di peywendiya navbera xelk û hikûmetê de û di navbera pêkhateyên civakê de hûn çi armanc dikin?
Serokwezîr Mesrûr Barzanî:
Bêguman em dixwazin Kurdistaneke pêşkeftîtir û xelkekî asûdetir bibînin. Armanca me ew e ku barê aborî yê xelkê sivik bibe, standarda jiyana wan bilind bibe û di hemû sektoran de geşepêdan hebe. Em nikarin tenê girîngiyê bidin sektorekê û yên din piştguh bikin. Perwerde û tenduristî ji bo me gelekî girîng in.
Yek ji armancên me yên sereke ew e ku em asta perwerdeyê ne tenê di sektora taybet de, lê di zanîngeh û dibistanên hikûmetê de jî bilind bikin. Ev yek ji bo gihandina nifşekî zîrektir û jêhatîtir mifteya serkeftinê ye. Pêşkeftin bê sînor e; her çiqas em bi pêş bikevin, em ê hîn bêtir bixwazin. Em dikarin ji ezmûnên welatên pêşkeftî sûd werbigirin û di heman demê de taybetmendiya Kurdistan û Iraqê jî biparêzin da ku em bibin mînak ji bo welatên din.
Niha pereyê mûçeyan ku diçe ser hesaban, xelk zû dikişîne û tenê 10% di bankan de dimîne. Ji bo ku bank karibin deynan bidin, divê pere di hesaban de bimîne. Gelo di sê salên bê de em ê bigihîjin wê astê ku xelk bi hêsanî deynan ji bankan werbigire?
Serokwezîr Mesrûr Barzanî:
Ne tenê sê salên din, niha jî welatî dikarin vê bikin. Ya herî girîng avakirina baweriyê ye. Heke welatî beşek ji pereyên xwe di bankan de bihêlin, bank dê bikarin zêdetir deynan (kredî) bidin welatiyan.
Armanca me ya projeya "Hejmara Min" ne tenê wergirtina mûçeyan bû. Armanc ew e ku welatî ji hemû xizmetguzariyên bankî sûd werbigirin, ku ya herî girîng wergirtina deynan e. Em naxwazin xwendekarek, karkerek an fermanberek heta hetayê li bendê bimîne ka dê kengî bibe xwedî otomobîl an xanî. Em dixwazin ew bikarin bi rêya deynên bankî van pêdiviyên xwe dabîn bikin û paşê bi qistan pereyê bankê bidin.
Bi vî rengî, welatî dê bandora xwe ya li ser biryarên aborî hîs bike. Di hemû welatên pêşkeftî de sîstem wiha dixebite. Dema bawerî çêbû, welatî ne mecbûr e hemû pereyê xwe bikişîne. Hebûna pereyan di bankan de, şiyana kirînê ya welatiyan zêde dike û aboriya welat xurt dike. Em niha bi bernameyeke kûr re mijûlî reforma di sektora bankî de ne da ku em bigihîjin vê armancê.
Em serkeftinê ji bo projeya "E-psûle" dixwazin. Bi baweriya me, ev proje civak û hikûmetê derbasî serdemeke nû û cuda dike. Em spasiya we dikin, bi taybetî ji bo wê daxistina ku we ji bo xelkê Kurdistanê ragihand.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî:
Gelek spas. Ez vê projeya giring li xelkê Kurdistanê pîroz dikim. Ez bawer dikim ku ev werçerxaneke mezin e û dê di gihandina xizmetguzariyan de bibe alîkariyeke mezin. Bi rêya vê sîstema pêşkeftî, welatiyên me dê ji aliyekî ve mûçeyên xwe bi awayekî dîjîtal werbigirin û ji aliyê din ve jî dê bikarin xercên xizmetguzariyan bi hêsanî bidin.
Planên paşerojê: Sektora taybet û geşepêdana aborî
Serokwezîr Barzanî destnîşan kir ku ev proje ne tenê bi fermanberên hikûmetê sînorkirî ye û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ya hîn giringtir ew e ku bernameya me ya paşerojê ne tenê fermanberên hikûmetê, lê belê hemû welatiyên di sektora taybet de jî li xwe digire. Divê hemû karên bazirganî bi awayekî dîjîtal werin kirin. Em yekbûna darayî û vejîna aborî ya welat wekî 'pakêteke temamker' dibînin û înşellah em ê vî karî ber bipêş ve bibin.
Ez careke din li xelkê Kurdistanê pîroz dikim û hêviya serkeftinê ji bo her kesî dixwazim."