Serok Barzanî û Sekreterê Kongreya Neteweyî ya Iraqê rewşa siyasî ya Iraqê gotûbêj kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî û Sekreterê Giştî yê Kongreya Neteweyî ya Iraqê Aras Hebîb pêşhatên dawî yên siyasî li Iraqê gotûbêj kirin.

Baregeha Barzanî di daxuyaniyekê de belav kir, Serok Mesûd Barzanî îro 10ê Sibata 2026an pêşwazî li Sekreterê Giştî yê Kongreya Neteweyî ya Iraqê Aras Hebîb kir.

Li gorî daxuyaniyê, di hevdîtinê de her du aliyan gotûbêj li ser rewşa giştî ya Iraqê û geşedanên herî dawî yên di nav proseya siyasî de kirin.

Her wiha di civînê de bi hûrgilî behsa astengî, kêşe û zehmetiyên li pêşiya pêvajoya siyasî ya Iraqê hat kirin û nêrînên her du aliyan li ser çareserkirina krîzan hatin parvekirin.