Li Silêmaniyê 25 hunermendên Rojhilatê Kurdistanê pêşangeheka şêwekarî vekir
Navenda Nûçeyan (K24) - Navenda Heft Rengê pêşangeheka şêwekarî ji bo 25 hunermendên bajarên Mihabad û Bokanê vekir, ku 100 tabloyên bi qebareyên cuda cdua tê de hebûn, li hola galeriyê ya bajarê Silêmaniyê vekir û dê hefteyekê berdewam be.
Xwediyê Navenda Heft Rengê Bextiyar Seîd îro (Duşem, 9ê Sibata 2026ê) di derheqa vekirina vê pêşangehê de ji Kurdistan24ê re ragihand: Piştî demeka dirêj ji bizavan, me biryar da ku vê pêşangeha hevpar ji bo wan hunermendên Rojhilatê Kurdistanê vekin, ku tabloyên wan bi qebare û hunerên cuda cuda ne, wek karên portre, xwezayî û cuda cuda, di nav de portreyên de jî kesatiyên edebî, nivîskar û rewşenbîrên navdar ên wekî Pîremêrd, Goran, Hêmin Mukriyanî, Ebdila Peşêw û Bextiyar Elî hene.
Bextiyar Seîd herwesa got: Karên hunerî yên pêşkêşkirî di asteka teknîkî ya bilind a hunerî de ne, ji ber vê yekê ji bo me pir girîng bû ku em vê pêşangehê ji wan re vekin, ji ber ku Rojavayê Kurdistanê di xetera komkujiyê de bû, ji ber vê yekê jî hemî texan ji her çar parçeyên Kurdistanê di her warekî de xizmeta Rojavayê Kurdistanê kir, ji ber vê yekê fikreka me heye ku heke firotina tabloyan baş be, em dê pareka dahata wê ji bo xûşk û birayên xwe yên Rojavayê Kurdistanê bikin diyarî.
Ji aliyekî din ve, hunermendê Rojhilatê Kurdistanê Sîrwan Elî ku tevlî vê pêşangehê bûye got: Me bizav kiriye ku di vê pêşangehê de bala xwe bidin portreyan û xwezayê, xasma jî portreyên kesatiyên edebî û rewşenbîrî, ji ber ku wan gelek xizmet ji bo tevgera çandî û wêjeyî ya Kurdî kiriye, ji ber vê yekê em hêvî dikin ku em bikarin, heke bi van karên hunerî jî be, xizmeta wan bikin, karekê baş e.
Herwesa hunermend Leyla Fetah, ku ew jî tevlî vê pêşangehê bûye, got: Me bizav kiriye ku berhemên me bi temamî pirreng bin, ji ber vê yekê me 100 tablo nîşan dane. Herwesa ev pêşangeh ji bo hunermendên herdu aliyan derfetek e ku bi berhemên hevdu bibînin û hatina mêvanan jî derfeteka girîng e da ku berhemên hunermendên rojhilatî bibînin.