Malikî: Iraq amade ye têkilî û berjewendiyên xwe yên ligel Amerîkayê biparêze
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê di hevdîtinekê de bi şandeka Amerîkayî re tekezî li ser xurtbûna têkiliyên di navbera Bexda û Waşintonê de kir û ragihand ku, Iraq amade ye ku wan têkiliyên xwe biparêze yên ku bi Amerîkayê re hene.
Nivîsîngeha Ragihandinê ya Nûrî Malikî îro (Duşem, 9ê Sibata 2026ê) beyannameyek weşand û tê de ragihand: Serokê Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê Nûrî Malikî li nivîsîngeha xwe pêşwaziya Alîkara berê ya Wezîrê Derve yê Amerîkayê Victoria Taylor kir. Amaje jî da ku, di wê hevdîtinê de pêşketinên dawiyê yên siyasî û ewlehiyê yên deverê û bandora wan li ser rewşa Iraqê jî hatin nîqaşkirin.
Li gorî wê beyannameyê, Malikî amaje daye wê yekê ku, Iraq û Amerîkayê têkiliyên dîrokî û stratejîk hene, xasma jî ku peymana çarçoveya stratejîk di navbera wan de heye. Malikî daxwaz jî kir ku, ew peyman di paşerojeka nêzîk de bê bicîhanîn, bi armanca xurtkirina hevahengiyê û avakirina şiyanên Iraqê di warên cuda cuda de.
Malikî herwesa ragihand: Têgihîştina me ji bo xurtkirina têkiliyan dê bi rêya çêkirina hevpariya aborî be, ku berjewendiyên her du gelên dost li ber çavan werbigire. Tekez jî kir: Iraq amade ye ku berevaniyê ji têkilî û berjewendiyên xwe yên hevpar ên bi Amerîkayê re bike.
Serokê Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê ji aliyekê din ve jî behsa siyaseta derve ya Iraqê kir û got: Bexda bi welatên deverê re siyaseteka hevseng dişopîne. Di derheqa rewşa navxwe ya Iraqê de jî amaje da: Aliyên siyasî di danûstandinan de ne, ji bo temamkirina mafên destûrî û avakirina hikûmetekê ku xizmetan ji welatiyan re dabîn bike.
Victoria Taylor jî ji aliyê xwe ve tekez li ser girîngiya helwesta Iraqê kir û ragihand ku, Iraq di bizavên tenakirina deverê û çespandina ewlehiya deverê de karaktereka sereke û bibandor e.