Bi amadebûna Serokwezîr Mesrûr Barzanî projeya "E-Psule" tê ragihandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi amadebûna Serokwezîr Mesrûr Barzanî, projeya "E-Psule" ya ji bo dayîna fatûre û psûleyan bi awayekî dîjîtal, tê ragihandin..

Bi merasîmeke taybet projeya "E-Psule" îro 10ê Sibatê li Hewlêrê tê ragihandin. Di merasîmê de Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Parêzgarê Banka Navendî ya Iraqê Elî El-Elaq û hejmareke mezin a veberhêner û karsazên Herêma Kurdistanê û Iraqê amade dibin.

E-Psule çi ye?

"E-Psule" platformeke dîjîtal a parastî ye ku ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve ji bo hêsankirina dayîna fatûre û psûleyan hatiye amadekirin. Bi rêya vê platformê, welatî û karsaz dikarin hemû peredanên xwe yên fermî bi rêyên elektronîkî encam bidin.

Taybetmendiyên platformê

Li gorî agahiyên di merasîmê de hatin parvekirin, taybetmendiyên sereke yên E-Psule ev in:

- Lez û Ewlehî: Pêvajoya peredanê bi awayekî pir bilez û di bin sîstema ewlehiyê ya herî bilind de pêk tê.

- Xizmeta 24 Saetan: Platform di hemû demên rojê de (24/7) çalak e û welatî dikarin her wextî fatûreyên xwe bidin.

- Bê Komîsyon: Dayîna psûleyan bi rêya vê sîstemê bêpere ye; ti xercî yan jî komîsyoneke zêde li ser welatiyan nabe.