Mesrûr Barzanî: Hêsankariyên Banka Navendî cihê pêzanînê ne
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi amadebûna Parêzgarê Banka Navendî ya Iraqê, bi nûnerên bankên beşdar di projeyên "Hejmara Min" û "E-psûle" re civiya. Di civînê de tekezî li ser xurtkirina sîstema bankî hat kirin.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 10ê Sibatê bi amadebûna Parêzgarê Banka Navendî ya Iraqê Elî El-Ellaq, bi berpirs û nûnerên hejmarek bank û cizdanên elektronîkî yên Iraq û Herêma Kurdistanê re civiya. Ev bank û saziyên darayî di her du projeyên stratejîk ên bi navê "Hejmara Min" û "E-psûle" de beşdar in.
Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di civînê de giringiya başkirina sîstema bankî û pêşxistina hevahengiya di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Banka Navendî ya Iraqê û bankên beşdar de hat nirxandin.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya Elî El-Ellaq û tîma wî kir ji bo hêsankarî û piştgiriya wan a ji bo çaksaziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê yên di warê pêşxistina sîstema bankî de. Herwiha Serokwezîr çaksaziyên Parêzgarê Banka Navendî yên ji bo çalaktrkirin û başkirina sîstema bankî li seranserê Iraqê wek pêngavên giring binav kir û bilind nirxand.
Ji aliyê xwe ve, Parêzgarê Banka Navendî ya Iraqê Elî El-Ellaq nêrîna Serokwezîr Mesrûr Barzanî ya di warê çakdsaziyên bankî û dîjîtalîzekirina xizmetguzariyên giştî de bilind nirxand.
El-Ellaq di civînê de amadehiya Banka Navendî ya Iraqê nîşan da ku ji bo serkeftina van projeyan, her cure hevkarî û hevahengiyê bi aliyên peywendîdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê re bike.
Ev civîn di çarçoveya hewildanên hikûmetê de tê dîtin ku dixwaze sîstema darayî ya Herêmê nûjen bike û xizmetguzariyên bankî bigihîne her welatiyekî.