Mesrûr Barzanî: Li van nêzîkan xizmetên E-Psuleyê zêdetir dibin

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ragihand ku, welatî dikarin bi rêya xizmeta E-psuleyê di çend çirkeyan de bi rêyeka parastî û bê xerciyên zêde pereyê elektrîkê bidin û li van nêzîkan xizmetkariyên wê dê zêdetir jî bibin.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Sêşem, 10ê Sibata 2026ê) li ser tora civakî ya Xê li ser ragihandina xizmetkariyên E-psuleyê nivîsî: Ez bi ragihandina xizmetkariya E-psuleyê kêfxweş im, ku platforma fermî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye ji bo dana pereyê psuleyan.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê amaje jî da ku, niha welatî dikarin bi çend çirkeyan û bi rêyeka parastî û bê xerciyên zêde pereyê elektrîkê bidin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî herwesa got: Li van nêzîkan xizmetkariyên E-psuleyê dê zêdetir jî bibin.

Bi amadebûna Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Parêzgarê Banka Navendî ya Iraqê Elî Elaq û hejmareka mezin ji veberhêner, xwedîkar, birêvebir û nûnerên bankan, projeya E-psuleyê îro (Sêşem, 10ê Sibata 2026ê) di merasîmeka taybet de hat ragihandin.