Artêşa Sûriyeyê ji derdora Hesekeyê vedikişe

Navenda Nûçeyan (K24) – Desteya Operasyonên Artêşa Erebî ya Sûriyeyê ragihand ku, di çarçoveya peymana di navbera Hikûmeta Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de, hêzên wan pêvajoya vekişînê ji derdora bajarê Hesekeyê daye destpêkirin û hêzên Ewlehiya Hundirîn li wan deveran hatine binecihkirin.

Desteya Operasyonên Artêşa Erebî ya Sûriyeyê îro (Sêşem, 10ê Sibata 2026ê) di daxuyaniyeke fermî de hûrgirliyên pêşketinên herî dawiyê yên meydanî yên derdora bajarê Hesekeyê eşkere kirin.

Li gorî wê daxuyaniyê, artêşa Sûriyeyê bi rengekê fermî dest bi vekişînê ji xalên derdora Hesekeyê kiriye. Ev tevgera leşkerî wekî pabendbûnekê ye bi wê peymana ku vê dawiyê di navbera Şam û HSDê de hatiye îmzekirin.

Di pareka din a wê daxuyaniyê de amaje hatiye dan ku, tevî vekişîna yekîneyên artêşê, hêzên Ewlehiya Hundirîn li wan deveran hatine belavkirin û erkê kontrolkirin û parastina rewşa ewlehiyê ya deverên valakirî wergirtiye.

Desteya Operasyonan tekez jî kir ku, HSDê pabendbûna xwe ya bi tevahî ji bo bicîhanîna bendên wê peyamnê nîşan daye û di vî warî de hejmareka pêngavên erênî avêtiye, ku dê bibe sedema zêdetir tenahiyê lideverê.

Di dawiya wê daxuyaniyê de jî hatiye gotin ku, Odeya Operasyonan li ser pêvajoya çavdêrîkirin û nirxandina rewşa meydanî berdewam e, ev jî ji bo destnîşankirina pêngavên bê di çarçoveya hevfêmkirinên hevpar de.