2 hezar çekdarên DAIŞê yên Tirk ji Sûriyeyê bo Iraqê tên veguhestin
Navenda Nûçeyan (K24) – Medyaya Tirkiyeyê hûrgiliyên nû derbarê veguhestina girtiyên DAIŞê ji Sûriyeyê bo Iraqê eşkere kirin. Li gorî nûçeyan, nêzîkî 2 hezar çekdarên DAIŞê yên ku nasnameya Tirkî hildigirin, ji girtîgehên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ber bi Iraqê ve tên şandin.
Ev prose, di çarçoveya rêkeftineke sêalî ya ewlehî û dadwerî de ye ku di navbera Bexda, Washington û Enqereyê de hatiye îmzekirin. Bi giştî biryar e 7 hezar girtiyên DAIŞê werin veguhestin ku ji wan derdora 2 hezar kes, welatiyên Tirkiyeyê ne.
Tîmên ewlehiyê yên Tirkiyeyê bi hevahengiya Amerîkayê, bi rêya şopa tiliyan û lêkolînên hûr, nasnameyên van girtiyan pişrast kirine, da ku bi temamî zelal bibe bê ka kîjan ji wan welatiyên Tirkiyê ne.
Di nava lîsteya veguhestinê de çendîn serkirdeyên diyar û xeternak ên DAIŞê hene. Yek ji wan Ilyas Aydin e ku bi navê "Ebû Ubeyde" Mîrê Stenbolê) tê naskirin. Aydin bi teqîna mezin a Enqereyê ya sala 2015an tê tometbarkirin. Herwiha navên mîna Îlhamî Balî û Denîz Buyukçelebî, ku di lîsteya herî xeternak a Tirkiyeyê de ne, di nava kesên tên veguhestin de ne.
Iraq, Tirkiye û Amerîka li hev kirine ku tometên "jenosîd" û "tawanên li dijî mirovahiyê" arasteyî van serkirde û endamên DAIŞê bikin. Enqere û Washingtonê soz dane ku hemû belge û zanyariyên îstîxbaratî yên di destê wan de ne, radestî dadgehên Iraqê bikin.
Li gorî planê, piştî ku ev kes li Iraqê ji lêpirsînê derbas bibin û dadgehkirina wan a destpêkê bidawî bibe, dê radestî Tirkiyeyê werin kirin. Li Tirkiyeyê dê li gorî yasayan, cezayên xwe biqedînin an jî ji nû ve werin dadgehkirin.
Bexda ev demeke dirêj e daxwaz ji welatên cîhanê dike ku welatiyên xwe yên endamên DAIŞê werbigirin û berpirsiyariya wan hilgirin, da ku barê ewlehî û yasayî yê li ser Iraqê sivik bibe. Ev rêkeftina sêalî wekî pêngaveke giring ji bo çareserkirina vê krîzê tê dîtin.