Serok Barzanî pêşwaziya Victoria Taylor kir

Serok Barzanî û Victoria Taylor
Serok Barzanî û Victoria Taylor

Navenda Nûçeyan (K24) - Serok Barzanî pêşwaziya Cîgira berê ya Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê ji bo Iraq-Îranê û Seroka Pişka Pêşengiya Iraqê li Navenda Lêkolînê ya Encûmena Atlantîkê kir û pê re rewşa heyî ya deverê bi giştî, pêvajoya siyasî ya Iraqê, bizavên dawiyê yên aliyên siyasî ji bo avakirina hikûmeta nû ya Iraqê û têkiliyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de hatin nîqaşkirin.

Serok Mesûd Barzanî îro (Çarşem, 11ê Sibata 2026ê) pêşwaziya Cîgira berê ya Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê ji bo Iraq-Îranê û Seroka Pişka Pêşengiya Iraqê li Navenda Lêkolînê ya Encûmena Atlantîkê Victoria Taylor kir.

Di wê civînê de rewşa heyî ya deverê bi giştî, pêvajoya siyasî ya Iraqê, bizavên dawiyê yên aliyên siyasî ji bo avakirina hikûmeta nû ya Iraqê û têkiliyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de hatin nîqaşkirin.

Her di wê civînê de, rewşa Sûriye û Rojavayê Kurdistanê û pêşketinên wê jî hatin nîqaşkirin. Victoria Taylor bal kişand ser rola girîng a Serok Barzanî di bizavên wî yên bi Hikûmeta Şamê, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Nûnerê Serokê Amerîkayê ji bo Karûbarên Sûriyeyê re ji bo binecihbûna agirbestê û bikaranîna diyalogê ji bo çareseriya pirsgirêkan û ew bizav bilind nirxandin.

Serok Barzanî jî ji aliyê xwe ve got: Em dixwazin aştî û aramî li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê berqerar bibe û agirbesta di navbera Şamê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de berdewam be û her du alî xalên peymana di navbera xwe de ji bo nemana şer û aloziyan bi cîh bînin.

Serok Barzanî tekez jî kir: Ji bo vê armancê jî, her tiştê ku ji destê me hatiye ji aliyê navbeynkariyê di navbera her du aliyan de û gihandina alîkariyên mirovî ji bo lêqewimî û zirardîtiyan, me kiriye.