Wezîrê Tenduristiyê yê Sûriyeyê li Hesekê: 10 milyon dolar ji bo xizmetên bijîşkî hatin terxankirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Tenduristiyê yê Sûriyeyê Mus'eb Elî di serdana xwe ya bo bajarê Hesekê de ragihand, wan 10 mîlyon dolar ji bo pêşxistina sektora tenduristiyê ya parêzgehê veqetandine. Herwiha tekez kir ku ev serdan pêngava yekem e ji bo tevlîkirina saziyên Rêveberiya Xweser di nava dewletê de.

Piştî rêkeftinên dawî yên di navbera hikûmeta Şamê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de, îro 13ê Sibatê Wezîrê Tenduristiyê Mus'eb Elî wek wezîrê yekem gihîşt Hesekê û ligel Parêzgarê Hesekê Nûredîn Îsa civiya.

Budçeya 10 mîlyon dolarî û alîkariyên nû

Wezîr Mus'eb Elî di daxuyaniya xwe de got: "Bi fermana Serokê Sûriyeyê, hemû wezaretan berê xwe daye Herêma Cizîrê da ku xizmetguzariyan bigihînin xelkê. Bi hevahengiya ligel Wezareta Darayî, me 10 mîlyon dolar ji bo piştgiriya xizmetguzariyên bijîşkî û navendên tenduristiyê li bajarê Hesekê terxan kiriye. Armanca me ew e ku em xizmeta herî baş û bi asta herî bilind pêşkêşî welatiyên vê navçeyê bikin."

Wezîr her wiha aşkere kir ku wan di vê serdanê de hejmarek alîkariyên kirdarî bi xwe re anîne ku pêk tên ji:

- 14 amûrên şûştina gurçikan.

- 2 ambulansên nû.

- 1 klînîka (otomobîl) gerok.

- 2 otomobîlên alîkariyên lojîstîk.

Parêzgarê Hesekê: 'Pêngava tevlîkirina saziyan dest pê kir'

Parêzgarê Hesekê Nûredîn Îsa jî destnîşan kir ku ev serdan destpêka proseyeke nû ye got: "Ev serdana yekem a wezîrekî ye ji bo parêzgeha Hesekê bi armanca destpêkirina proseya tevlîkirina damûdezgehên Rêveberiya Xweser di nava damûdezgehên dewletê de. Ev pêngaveke yekem e û bi saya Xwedê dê pêngavên din ên kirdarî li pey hev werin da ku em bi awayekî lezgîn xizmeta welatiyan bikin."