Li gundewarê Kobanê 8 xalên hevbeş ên HSD û hikûmeta Sûriyeyê hatin danîn

Navenda Nûçeyan (K24) – Di çarçoveya cîbicîkirina xalên rêkeftina navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û hikûmeta Sûriyeyê de, li gundewarê Kobanê 8 xalên ewlehiyê yên hevbeş hatin avakirin. Armanca van xalan rawestandina şer û parastina welatiyên sivîl e.

Piştî rêkeftina dawî ya di navbera her du aliyan de, pêvajoya danîna xalên hevbeş li herêmên sînorî yên Kobanê dest pê kir. Li gorî zanyariyan, heta niha 8 xalên hevbeş li herêmên stratejîk hatine bicihkirin.

Yek ji van xalên herî giring li bajarokê Şiyoxê (35 kîlometre dûrî Kobanê) û gundê Qanaya hatiye danîn. Di van xalan de endamên HSDê û hêzên ewlehiyê yên hikûmeta Sûriyeyê bi hev re erkê parastinê bi cih tînin û çavdêriya tevgera li ser sînor dikin.

Şervanekî HSDê yê li ser van xalan amade ye, ji Kurdistan24ê re diyar kir ku armanca wan a sereke bidestxistina mafên Kurdan di çarçoveya destûrekê de ye û got: "Rewş ber bi başiyê ve diçe. Em dixwazin şer raweste û xelkê me di nav aramiyê de bijî."

Endamekî hêzên ewlehiyê ya Hikûmeta Sûriyeyê destnîşan kir ku ti cudahî di navbera Kurd û Ereban de nîne û wiha axivî: "Em hemû Sûrî ne. Em bi hev re xaka xwe û welatiyên xwe diparêzin. Danîna van xalan rê li ber karesatan girt û asoyeke nû ya aştiyê vekir."

Vê pêngavê bandoreke erênî li ser jiyana rojane ya gundewaran jî kiriye; cotkar û dukanên li nêzîkî sînor careke din vegeriyan ser karên xwe.

Tevî xalên hevbeş, hîn jî dorpêça li ser bajêr berdewam e

Her çend li ser sînor û gundewaran hevahengiyeke leşkerî hebe jî, bajarê Kobanê bi xwe hîn jî di bin dorpêçeke giran a hêzên hikûmeta Sûriyeyê de ye. Hate ragihandin ku krîza derman, xwarin, av û kehrebeyê li navenda bajêr berdewam dike.