Nêçîrvan Barzanî û Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî ya Brîtanyayê tekezî li ser hevahengiya li dijî terorê dikin
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, li perawîza Konfransa Ewlekariyê ya Munîhê bi Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî ya Brîtanyayê Jonathan Powell re civiya. Di civînê de tekezî li ser rûbirûbûna terorê hat kirin.
Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 13ê Sibatê li bajarê Munîhê yê Almanyayê bi Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî ya Brîtanyayê Jonathan Powell re hevdîtinek pêk anî.
Li gorî daxuyaniyê, di civînê de pêşhatên herî dawî yên ewlehî û siyasî li Iraq û navçeyê û gefên terorê hatin nirxandin. Her du alî li ser giringiya berdewamiya hevahengiya navbera Iraq û Herêma Kurdistanê ligel Brîtanyayê hemfikir bûn, da ku bi hev re rûbirûyê metirsiyên terorê bibin û aramiya herêmê biparêzin.
Jonathan Powell di hevdîtinê de pabendbûna welatê xwe ya ji bo berdewamiya piştgirîkirina Iraq û Herêma Kurdistanê tekez kir. Powell herwiha pesnê rola çalak a Herêma Kurdistanê da ku di parastina aramî û aramiya navçeyê de lîstiye.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo beşdarîkirina di Konfransa Ewlekariyê ya Munîhê de li Almanyayê ye û tê çaverêkirin ku di çarçoveya vê konfransê de çendîn hevdîtinên din ên bi serok û dîplomatên cîhanê re pêk bîne.