Fuad Husên: Tevgera çekdarên DAIŞê li Sûriyeyê zêde bûye
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên ragihand, veguhestina girtiyên DAIŞê ji Sûriyeyê ber bi Iraqê ve berdewam e û diyar kir ku Bexda ji bo birêvebirina vê dosyayê hewceyî piştgiriya darayî ya zêdetir e.
Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên di hevpeyvîneke taybet de ligel ajansa Reutersê ku li perawîza Konfransa Ewlekariyê ya Munchenê pêk hat, behsa pêşhatên dawî yên li herêmê kir. Husên diyar kir, ew bi çend welatan re di nava gotûbêjan de ne da ku di paşerojeke nêz de welatiyên wan ên di nava DAIŞê de radestî wan bikin.
Wezîrê Derve hişyarî da ku di van demên dawî de tevger û çalakiyên rêxistina DAIŞê li hundirê Sûriyeyê zêde bûne. Herwiha tekez kir ku ji ber hejmara zêde ya girtiyên ku ji Sûriyeyê tên veguhestin, barê darayî yê li ser milê Iraqê giran bûye û pêdiviya wan bi alîkariyên navneteweyî heye.
Derbarê rewşa siyasî ya navxwe ya Iraqê û helwesta Amerîkayê de, Fuad Husên got: "Em wekî Bexdayê, peyamên Amerîkayê bi cidî werdigirin, lê belê pirsa berbijêrbûna Nûrî Malîkî ji bo posta Serokwezîrê nû yê Iraqê mijareke navxweyî ye û peywendiya wê bi biryara aliyên Iraqî ve heye."
Ev daxuyaniyên Fuad Husên di demekê de ne ku Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) di 21ê Çileya 2026an de destpêkirina proseyê veguhastina girtiyan DAIŞê ji Sûriyeyê bo Iraqê ragihandibû.