Amerîka keştiya herî mezin a firokehilgir a cîhanê dişîne Rojhilata Navîn

Navenda Nûçeyan (K24) – Amerîkayê biryar da ku keştiya xwe ya herî nûjen a firokehilgir "USS Gerald R. Ford" bişîne Rojhilata Navîn. Di heman demê de, Donald Trump ragihand, lihevkirina bi Îranê re di nava mehekê de pêkan e, lê eger Îran razî nebe dê "encamên pir biêş" rû bidin.

Rojnameya "New York Times" li ser zarê çend berpirsên Amerîkî ragihand, Pentagonê fermana livandina keştiya "USS Gerald R. Ford" û çend keştiyên din ên şer ber bi ava Rojhilata Navîn ve daye. Ev pêngav wekî nîşaneya bilindbûna amadebaşiya leşkerî ya Amerîkayê li herêmê tê nirxandin.

Li gorî raportê, "USS Gerald R. Ford" dê tevlî keştiya firokehilgir "USS Abraham Lincoln" bibe ku niha li herêma Kendavê bicihkirî ye. Hebûna du komên mezin ên firokehilgir di heman çarçoveya coxrafî de, hêza deryayî û asmanî ya Amerîkayê li dijî her gefekê bi awayekî berçav xurt dike.

Hişyariyên Donald Trump bo Îranê

Serokê hilbijartî yê Amerîkayê Donald Trump, li ser hesabê xwe yê "Truth Social" raporteke rojnameya Wall Street Journal a derbarê amadekariyên Pentagonê de parve kir û nivîsî: "Pentagon xwe amade dike ku keştiya duyem a firokehilgir li Rojhilata Navîn bicîh bike."

Trump roja pêncşemê di daxuyaniyekê de derbarê peywendiyên bi Îranê re got: "Ez bawer dikim ku gihîştina bi rêkeftinekê di nava meha bê de guncav e. Divê ev prose zêde dirêj neke û ew zû razî bibin."

Trump her wiha hişyariyeke tund da Tehranê û got: "Divê lihevkirin were kirin, ji ber ku eger rêkeftin çê nebe, encamên wê dê ji bo wan pir biêş bin."

USS Gerald R. Ford: Keştiya herî giranbiha ya cîhanê

Keştiya "USS Gerald R. Ford" (CVN 78) wekî stûna sereke ya hêza deryayî ya Amerîkayê tê dîtin. Navê wê ji serokê 38emîn ê Amerîkayê hatiye girtin û nêzîkî 12.8 milyar dolar lê hatiye xerckirin. Ev keştî bi teknolojiyên herî pêşkeftî yên şer û sîstemên parastinê hatiye amadekirin.