Nêçîrvan Barzanî li Munîhê bi Serokwezîrê Libnanê re civiya
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Libnanê, di çarçoveya bernameya Konfransa Ewlekariyê ya Munîhê de, peywendiyên dualî gotûbêj dikin.
Serokatiya Herêma Kurdistanê belav kir, di çarçoveya bernameya xwe ya li Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê de, îro înê 13/02/2026, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi Serokwezîrê Libnanê Newaf Selam re civiya.
Di civînê de peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê bi Libnanê re û dawî pêşhatên rewşa siyasî û ewlehî ya navçeyê hatin gotûbêjkirin. Herdu aliyan tekez li ser xurtkirina hevkariya hevbeş di warên cuda de kirin, bi taybetî di wan waran de ku xizmetê ji berjewendiyên herdu aliyan re dikin.
Di mijareke din a hevdîtinê de, girîngiya parastina aramî û ewlehiyê li Rojhilata Navîn hate gotûbêjkirin, herwiha li ser encamên alozîyan li ser rewşa mirovî û aborî ya navçeyê danûstandina bîr û ramanan kirin.