Ehmed Şera bi biryarekê Nûredîn Îsa wekî Parêzgarê Hesekê destnîşan kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera, îro 13ê Sibatê biryarnameya serokatiyê ya bi hejmara (30) a sala 2026’an derxist. Li gorî vê biryarnameyê, Nûredîn Ehmed Îsa wekî Parêzgarê Hesekê hat erkdarkirin.
Berî derçûna vê biryarnameya fermî, roja Şemiyê 7’ê Sibata 2026’an, hatibû ragihandin ku Endezyar Nûredîn Îsa di avahiya parêzgehê ya li Hesekê de dest bi erkê xwe kiriye.
Ev guhertinên îdarî û tayînkirina parêzgarê nû di çarçoveya qonaxeke nû ya siyasî de pêk tên. Ev gav piştî wê yekê hat ku di 29’ê Çileya borî de, di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û hikûmeta Şamê de peymaneke giştgir û stratejîk hatibû ragihandin.