Perlemanterekî Brîtanî: Divê cîhan qurbanîdana Kurdan ya li dijî DAIŞê nas bike

Navenda Nûçeyan (K24) – Perlemanterê Brîtanî Bambos Charalambous ragehand, divê civaka navdewletî û welatên Rojava spasiya gelê Rojavayê Kurdistanê bikin û rola wan a di têkbirina DAIŞê de ji bîr nekin.

Endamê Perlemana Brîtanyayê ji ser lîsteya Partiya Karkeran Bambos Charalambous ji Kurdistan24ê re ragihand, qurbanîdana gelê Rojavayê Kurdistanê di şerê li dijî rêxistina terorîst a DAIŞê de gelekî mezin e û got: "Bê guman divê em rola gelê Rojavayê Kurdistanê ya di şerê dijî DAIŞê de nas bikin. Divê welatên Rojava spasiya wan bikin û vê rastiyê qebûl bikin. Pêwîst e em dostên xwe ji bîr nekin û divê ew parastî bin."

Perlemanterê Brîtanî ne tenê li ser Kurdan, lê li ser parastina hemû pêkhateyên din ên Sûriyeyê mîna Elewî û Dirûzan jî sekinî. Herwiha soz da ku ew ê vê mijarê bigihîne Ofîsa Karên Derve ya Brîtanyayê û zextê lê bike, da ku London roleke bibandor di parastina Kurdan û pêkhateyên din de bileyize.

Li ser mijara danûstandinên ji bo çareseriya siyasî li Sûriyeyê, Charalambous diyar kir, her çend Brîtanya bi awayekî rasterast di hemû pêvajoyan de amade nebe jî, lê bandora wê li ser aliyên beşdar heye. Herwiha daxwaz kir ku bi hûrgilî çavdêriya peymanên agirbestê bê kirin, da ku aramiya herêmê neyê têkbirin.

Bambos Charalambous plana xwe ya dema bê eşkere kir û ragihand jî, piştî bêhnvedana perlemantoyê bidawî bibe, ew ê bi hevkariya perlemanterên din mijarê bixin rojevê.

Ev daxuyaniyên perlemanterê Brîtanî di demekê de tên ku li ser asta navdewletî fikarên li ser paşeroja Rojavayê Kurdistanê û parastina mafên kêmnetewan li Sûriyeyê her diçin zêde dibin.