Von der Leyen piştgiriya Yekîtiya Ewropayê ya ji bo Herêma Kurdistanê tekez dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya bernameya xwe ya di Konferansa Ewlekariyê ya Munihê de, îro 14ê Sibatê ligel Seroka Komîsyona Ewropayê Ursula von der Leyen civiya.
Serokatiya Herêma Kurdistanê belav kir, di civuînê de peywendiyên Yekîtiya Ewropayê yên ligel Iraq û Herêma Kurdistanê û pêşhatên dawî yên li herêmê hatin gotûbêjkirin. Her du aliyan tekezî li ser giringiya xurtkirina hevkariyên hevbeş kirin, bi taybetî di warên ku xizmeta aramiya siyasî û geşepêdana aborî dikin.
Her di vê civînê de, behsa rewşa Sûriyeyê, mafên Kurdan û pêkhateyên din ên di wî welatî de hate kirin. Herwiha metrsiyên terorê, astengiyên li pêşiya aştiyê li Rojhilata Navîn û pêşhatên herî dawî yên ewlehiyê hatin nirxandin.
Ursula von der Leyen piştgiriya Yekîtiya Ewropayê ji bo aramî û aramiya Herêma Kurdistanê tekez kir û hewlên Nêçîrvan Barzanî û rola Herêma Kurdistanê faktoreke giring a aramiyê li navçeyê bilind nirxand.