CENTCOM: Di du mehan de zêdetirî 50 terorîstên DAIŞê li Sûriyeyê hatin kuştin û girtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) ragihand, wan li Sûriyeyê rêzeêrîşên asmanî li dijî binesazî û depoyên çekan ên rêxistina terorîst a DAIŞê pêk anîne.

Li gorî daxuyaniya CENTCOMê ku îro 14ê Sibatê hate weşandin, hêzên Amerîkayê di navbera 3 û 12ê Sibatê de, li seranserê Sûriyeyê 10 êrîşên asmanî pêk anîne. Di van operasyonan de zêdetirî 30 armancên ser bi DAIŞê ve bi awayekî serkeftî hatine lêdan.

CENTCOMê aşkere kir, di êrîşan de firokeyên şer, helîkopter û dron hatine bikaranîn. Armanca sereke ya van lêdanan, têkbirina binesaziya DAIŞê û teqandina depoyên çekan bûye. 

Herwiha hate diyarkirin ku di navbera 27ê Çile û 2ê Sibatê de jî 5 êrîşên din li ser navendên peywendiyê û xalên lojîstîk ên DAIŞê hatibûn kirin.

Di daxuyaniyê de, encamên operasyonên du mehên dawî jî hatin parvekirin:

- Zêdetirî 50 çekdarên DAIŞê hatine kuştin an jî girtin.

- Zêdetirî 100 xalên binesaziyê (depo, tunel û navendên lojîstîk) hatine rûxandin.

- Di êrîşan de bi sedan mûşekên hesas hatine bikaranîn.

Amerîka vê operasyona bi navê 'Hawk Eye' (Çavê Baz), wekî bersivekê ji bo êrîşa 13ê Berçileya borî ya li herêma Tedmûrê da destpêkirin. Di wê êrîşê de, çekdarên DAIŞê kemînek li dijî hêzên Amerîkayê danîbû û di encamê de du leşker û wergêrekî Amerîkî hatibûn kuştin.

CENTCOMê tekez kir, ew ê li ser operasyonên xwe yên li dijî paşmayên DAIŞê berdewam bin, da ku rê li ber serîhildana rêxistinê bigirin û aramiya herêmê biparêzin.