Jan Dost: Vekirina Beşa Kurdî li Pêşangeha Şamê, encama têkoşîna gelê me ye
Navenda Nûçeyan (K24) – Nivîskar û romannivîsê navdar Jan Dost piştî 25 salan vegeriya Şamê û beşdarî Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan bû. Dost ev pêngav wekî encama têkoşîna dehsalan a gelê Kurd binav kir.
Nivîskar Jan Dost di çarçoveya beşdarbûna xwe ya di Pêşangeha Pirtûkan a Şamê de ji Kurdistan24ê re axivî û diyar kir ku vegera wî ya piştî çaryek sedsalê ji bo qada çandî ya Sûriyeyê, xwedî wateyeke kûr û taybet e.
"Zimanê Kurdî êdî bi aşkereyî li Şamê ye"
Jan Dost destnîşan kir ku cara yekem e beşa Kurdî bi vî rengî bi awayekî fermî û aşkere di pêşangeha Şamê de cih digire û ev yek wekî "serkeftina çanda Kurdî" nirxand.
Herwiha Jan Dost got: "Ev beşdariya min encama xebata deh salan a gelê me ye. Kurdan di van salên dawî de ji bo mafên xwe yên çandî, zimanî û siyasî qurbanî dan. Îro ku em pirtûkên xwe bi Kurdî li vir îmze dikin, nîşaneya wê yekê ye ku qedexeyên li ser ziman hatine şikandin."
Pêşwaziya germ û peyama ji bo rexnegeran
Dost diyar kir, ji aliyê xwendevanên Kurd û Ereb ve pêşwaziyeke gelekî germ lê hatiye kirin. Derbarê rexneyên ku li ser vegera wî ya Şamê hatibûn girtin jî, Dost bi vî awayî bersiv da: "Ez lêborînê ji wan xwendevanên xwe dixwazim ku dibe ku ji ber vê pêngava min, hestên wan hatibin şikandin an jî bi şaşî hatibe têgihiştibin. Lê ez bi karê xwe bawer im; armanca min tenê xizmeta ziman û çanda Kurdî ye. Erkê nivîskar ew e ku hestê neteweyî zindî bigire û bibe pirek di navbera çandan de."
Girêdana dîrokî ya bi Şamê ve
Nivîskar Jan Dost behsa têkiliya xwe ya kevn a bi bajarê Şamê re kir û helbesteke xwe ya sala 1987’an bibîr anî ku li ser gora Selahedînê Eyûbî nivîsandibû. Dost her wiha diyar kir, ew ê li Şamê biçe serdana Mewlana Xalid Neqeşbendî û Mîr Celadet Bedirxan jî.