HAK-PARê kongreya xwe ya destûrî lidar xist

Navenda Nûçeyan (K24) – Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) ragihand, wan ji bo xurtkirina demokrasiya navxweyî û nûkirina sîstema  rêxistinê bi mercên serdemê re, "Kongreya Destûrî" bi serkeftî lidar xistiye.

Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) îro 16ê Sibatê di daxuyaniyekê de ragihand, HAK-PAR 24 sal in têkoşîna xwe li ser bingeha çareseriya federal a pirsgirêka Kurd dimeşîne, di 15’ê Sibata 2026’an de Kongreya xwe ya Destûrî li dar xist. Armanca sereke ya vê kongreyê nûkirina destûra partiyê bû, da ku xebatên siyasî bi bandortir û bikêrhatîtir werin birêvebirin.

Li gorî daxuyaniya partiyê, beriya lidarxistina kongreyê, di 27’ê Çileya 2026’an de pêşnûmeya guhertinên destûrî ji hemû rêveberiyên parêzgehan, endamên Meclîsa Partiyê û serokên berê re hatibû şandin. Bi vî rengî, nêrîn û pêşniyarên delegeyan di nav pêvajoyê de cih girtin û bingeha "aqilê hevpar" hate xurtkirin.

HAK-PAR’ê destnîşan kir, kongre di hawirdoreke demokratîk a mînakî de derbas bûye û wiha hate gotin: "Delegeyên me bi hesteke bilind a berpirsiyariyê, rexne û pêşniyarên xwe bi awayekî azad anîn ziman. Pêvajoya nîqaşan li ser bingeha rêzgirtina hevbeş bi dawî bû û her bendekî ku hatibû nûkirin, bi beşdariya mezin a delegeyan hate pejirandin."

Tekezî li ser çareseriya federal

Bi vê kongreyê re, HAK-PAR’ê careke din biryardariya xwe ya ji bo çalaktirkirina avahiya rêxistinî nîşan da. Partiyê diyar kir, ew ê têkoşîna xwe ya siyasî bi rêbazên aştiyane û demokratîk berdewam bikin, ku di serî de armanc bidestxistina statûyeke federal ji bo miletê Kurd e.

HAK-PAR’ê di dawiya daxuyaniya xwe de hêvî kir ku ev guhertin û encamên kongreyê ji bo gelê Kurd û demokrasiyê bibe xêr û destpêka qonaxeke nû ya serkeftî.