Ferhad Etrûşî û Sûdanî girîngiya hevahengiya navbera parlamento û hikûmetê tekez kir

Ferhad Etrûşî û Mihemed Şiya Sûdanî
Ferhad Etrûşî û Mihemed Şiya Sûdanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Cîgirê Duyê yê Serokê Parlametoya Iraqê û Serokwezîrê Iraqê di hevdîtinekê de rewşa siyasî û giştî ya Iraqê nîqaş kirin.

Cîgirê Duyê yê Serokê Parlamentoya Iraqê Ferhad Etrûşî û Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî îro (Duşem, 16ê Sibata 2026ê) civiyan û bizavên temamkirina mafên destûrî, xurtkirina pêvajoya demokratîk û bicihanîna hêviyên welatiyan nîqaş kirin.

Herwesa her du aliyan tekez li ser berdewamkirina pêşxistinê û dabînkirina xizmetkariyan li tevaya deverên Iraqê jî kir.

Di wê civînê de, Ferhad Etrûşî û Sûdanî girîngiya temamkirin û hevahengiya di navbera her du desthilatên danana qanûnan û bicihanînê de, bi taybetî jî piştgirîkirina xebata parlamentoyê di vê qonaxê de, nîqaş kirin.

Armanca vê hevahengiyê bicihanîna projeyên pêşxistinê, rûbirûbûna pirsgirêkên aborî û piştgirîkirina bizavên hikûmetê ji bo zêdekirina dahatan û kêmkirina xerciyan e, tevî rêkxistina serpişkiyên xerckirina pereyê giştî.