Konsulê Îranê li Hewlêrê: Amerîkayê her du mercên me qebûl kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Konsulê Giştî yê Îranê li Hewlêrê ragihand, di gera yekem a danûstandinan de, Amerîkayê du mercên welatê wî qebûl kirine, lewma wan biryar daye ku gotûbêjan berdewam bikin. Herwiha tekez kir ku "Herêma Kurdistanê di aramkirina rewşê de roleke erênî lîstiye."

Konsulê Giştî yê Îranê li Hewlêrê Feramerz Esedî îro 17ê Sibatê derbarê gera duyem a danûstandinên atomî yên di navbera Tehran û Waşingtonê de, bû mêvanê geşta nûçeyan a Kurdistan24ê.

Esedî got, Komara Îslamî ya Îranê li ser daxwaza serok û rêberên welatên herêmê vegeriyaye ser maseya danûstandinan ligel Amerîkayê. Herwiha destnîşan kir ku welatê wî her dem ji bo çareserkirina pirsgirêkan bawerî bi dîplomasî û danûstandinan aniye.

Li gorî gotinên Konsulê Îranê, Tehran bi du mercan razî bûye ku gotûbêjan dest pê bike; yekem, gotûbêj tenê li ser mijara navokî bin û duyem, dewlemendkirina uranyumê berdewam bike.

Derbarê encamên gera yekem a li Mesqeta paytexta Omanê de, Esedî diyar kir ku "gera yekem hinek serkeftin bi dest xistine û bi navbeynkariya Oman û çend welatên din ên herêmê birêve çûye. Serkeftina gera yekem ji ber wê yekê bû ku aliyê Amerîkî her du mercên Îranê qebûl kirine."

Esedî diyar kir, rêberên çend welatên herêmê navbeynkariyê di navbera Îran û Amerîkayê de dikin û got: "Cudahî nîne ku Oman an jî Tirkiye navbeynkariyê bike, lê ji ber ku di gera yekem de Oman navbeynkar bû, me xwast di gera duyem a li Swîsreyê de jî her ew navbeynkar be."

Wekî ku Esedî behs kir, di 40-50 salên borî de Amerîka di gotûbêjên ligel Îranê de "rastgo" nebûye û mafên gelê Îranê neparastiye. Ji ber vê yekê, li gorî rapirsiyekê, zêdetirî %80yê îraniyan bawer nakin ku danûstandinên niha bigihîjin encamekê.

Esedî tekez kir: "Em dixwazin ev danûstandin bigihîjin encamekê. Her çend rayedarên Amerîkayê çend saet berî danûstandinan mijarên nakok di medyaya xwe de derdixin pêş jî, lê em bi biryar in û dixwazin ji cîhanê re îsbat bikin ku gelê Îranê gelêrî aştîxwaz e û li pey aştiyê ye; herwiha em ê parastina mafên xwe jî bikin."

Konsulê Îranê herwiha got: "Me xwe ji bo hemû rewşan amade kiriye; çi ji bo rêkeftinê, çi ji bo nerêkeftinê." 

Derbarê rola Herêma Kurdistanê di aramkirina rewşa herêmê de, Esedî got ku Herêma Kurdistanê di asta şiyana xwe de roleke erênî lîstiye û wan di hemû qonaxan de ditiye ku Herêmê rola xwe bi başî bi cih aniye.

Konsulê Îranê herwiha behs kir, Îran welatê yekem bûye ku deriyên xwe yên bazirganî, siyasî, çandî û civakî li ber Kurdistanê vekirine û peywendiyên wan dîrokî, asayî û cîrantî ne û roj bi roj pêş dikevin.

Ev daxuyanî di demekê de ye, îro Sêşemê, gera duyem a danûstandinên nerasterast ên her du şandên Îran û Amerîkayê li bBalyozxaneya Omanê ya li bajarê Cenêvê yê Swîsreyê dest pê kir de hat. Wezîrê Derve yê Omanê Bedir bin Hemmed El-Buseîdî navbeynkariyê dike. 

Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Araqçî û nûnerê taybet ê serokê Amerîkayê ji bo Karûbarên Rojhilata Navîn Steve Witkoff serokatiya şandên her du welatan dikin.