PDK: Veqetandina Qeretepe û Gulala ji Xaneqînê binpêkirina Destûrê ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Leqê 15emîn ê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Xaneqînê, îro 24ê Sibatê di daxuyaniyekê de, plana veguherandina nahiyeyên Qeretepe û Gulale bo qezayên serbixwe û veqetandina wan ji qezaya Xaneqînê red kir. PDK’ê ev gav wekî "binpêkirineke aşkere ya Destûra Iraqê" binav kir.

Di daxuyaniya PDK'ê de hate diyarkirin: "Em dubare dikin ku ev rêkar binpêkirina Madeya 140 a Destûrê ne. Vê madeyê nexşerêya yasayî ji bo çareserkirina rewşa navçeyên cihê nakokiyê, bi rêya asayîkirin, serjimêrî û rapirsiyê bi zelalî diyar kiriye."

PDK vê biryarê wekî "guhertineke îdarî û demografîk a yektalî" pênase dike û tekez dike ku Xaneqîn bi hemû pêkhateyên xwe yên neteweyî û olî ve, nimûneya pêkvejiyana aştiyane ye. Li gorî daxuyaniyê, her destkariyeke îdarî ya li derveyî çarçoveya destûrê, tê wateya binpêkirina îradeya xelkê herêmê.

Leqê 15emîn ê PDK’ê daxwaza hilweşandina van biryaran kir û ragihand: "Em piştgiriya tam didin daxwazên rewa yên xelkê serbilind ê Xaneqînê. Herwiha em pişta her çalakiyeke giştî ya aştiyane û grevên ku ji bo parastina mafên wan ên destûrî tên kirin, digirin."

Di dawiya daxuyaniyê de, PDK’ê bang li hemû aliyan kir ku berpirsyariya xwe ya niştimanî ji bo parastina aramî û yekrêziyê bicih bînin û rêzê li îradeya gelê Xaneqînê bigirin.