Li Pirmamê Yekemîn Festîvala Şanoya Kolanê ya Xwendekaran hat lidarxistin
Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarokê Pirmamê yê ser bi Hewlêrê ve, bi beşdariya çendîn komên hunerî yên dibistanan, Yekemîn Festîvala Şanoya Ser Kolanan ya Xwendekaran hat lidarxistin. Di festîvalê de, bi rêya hunera şanoyê, çendîn peyamên perwerdehî û neteweyî hatin pêşkêşkirin.
Ev festîval di çarçoveya çalakiyên hunerî yên Rêveberiya Perwerdeya Pirmamê de, wekî destpêşxeriyek ji bo derxistina behreyên ciwan û xwendekaran hat birêxistin. Şanogerî li ser kolanan û di nav xelkê de hatin pêşkêşkirin, lewma hejmareke mezin a temaşevanan li dora wan kom bûn.
Mijarên şanogeriyan cuda bûn; yek ji wan mijara mafê xwendina keçan bû. Saye Husên ku serpereştiya komeke şanoyê dikir, derbarê lîstika wan de ji Kurdistan24ê re got: "Navê şanogeriya me 'Pencereyek Ber bi Tariyê ve' bû. Me xwast em behsa wê çanda kevn bikin ku rê li ber xwendina keçan digirt. Me xwast em bi rêya vê şanoyê, peyama xwe bigihînin."
Beşeke din a şanogeriyan, taybet bû bi dîroka xebat û doza neteweyî ya Kurd. Xwendekar û lîstikvan Reyan Maqsûd diyar kir, wan bi rêya lîstina rola Pêşmerge û rojnamevanan, peyameke taybet ji bo piştgiriya Rojavayê Kurdistanê pêşkêş kir. Herwiha kêfxweşiya xwe anî ziman ku karîne bêyî tirs û stres li pêşiya temaşevanan şanoyên xwe bikin.
Hunermend û pisporên şanoyê yên ku amade bûn, asta xwendekaran bilind nirxandin. Yek ji mêvanên pispor bal kişand ser vê yekê û got: "Ev cara yekem e di asta Kurdistanê de festîvaleke şanoya kolanê ya taybet bi perwerdehiyê tê lidarxistin. Behreyên pir xweş di derhênerî, lîstikvanî û muzîkê de hene, lewma em pêşniyar dikin ku ev çalakî bibe salane."
Di dawiya festîvalê de, ji aliyê komîteya serpereştiyar û berpirsên perwerdehiyê ve, mertalên rêzgirtinê û xelat li ser komên beşdar û xwendekarên serkeftî hatin dabeşkirin, da ku bibin handan ji bo berdewamiya karên wan ên hunerî.