Komîsyona Aştiyê dicive û deng li ser raporta dawî dide

Navenda Nûçeyan (K24) – Komîsyona Proseya Aştiyê ya ku di bin sîwana Parlamentoya Tirkiyeyê de hatibû avakirin, îro saet 11:00an dicive. Di vê civîna girîng de raporta dawî ya komîsyonê tê nirxandin û dê deng li ser were dayîn.

Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê, ku di meha Tebaxa borî de bi beşdariya hemû partiyên siyasî yên di parlamentoyê de hatibû damezirandin, îro (18ê Sibatê) rûniştina xwe ya herî krîtîk lidar dixe. Li gorî zanyariyan, di civînê de raporta ku ji hêla nûnerên AK Partî, DEM Partî, CHP, MHP û Partiya Rêya Nû ve hatiye amadekirin, dê were gotûbêjkirin û ji bo pesendkirinê were pêşkêşkirin.

Kurtulmuş: Em berpirsiyariya xwe ya dîrokî bi cih tînin

Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş duh di daxuyaniyekê de ragihandibû, komîsyon îro civîna xwe ya dawî lidar dixe û raporta encamê dê ji bo raya giştî were pêşkêşkirin.

Kurtulmuş hêviya xwe anî ziman ku raport dê bi piraniya dengan di parlamentoyê de were qebûlkirin. Herwiha Kurtulmuş tekez kir, wekî parlamentoyê ew ê vê berpirsiyariya dîrokî bi cih bînin û got: "Piştî vê yekê, çi pêwîst be dê di çarçoveya MMNT'ê de were kirin."

DEM Partî: Divê "Mafê Hêviyê" di raportê de hebe

Tê payîn ku di civînê de nîqaşên germ li ser naveroka raportê werin kirin. DEM Partî daxwaz dike ku mijara "mafê hêviyê" yê ji bo Ebdullah Ocalan di raportê de were cihkirin. Hat ragihandin ku eger ev daxwaza wan neyê qebûlkirin, egereke mezin e ku DEM Partî dengê "erê" nede raportê. Ev helwesta DEM Partiyê dibe ku bandorê li ser hevsengiya dengdanê bike.

Civîna dawî ya komîsyonê

Ev rûniştin wekî civîna dawî ya "Komîsyona Proseya Aşitî" tê dîtin. Di eslê xwe de dema xebatên komîsyonê di dawiya sala 2025an de bi dawî dibû, lê ji ber ku karên wê temam nebibûn, maweya xebatên komîsyonê du mehên din hatibû dirêjkirin. Bi dengdana îro re, tê payîn ku xebatên fermî yên komîsyonê derbasî qonaxeke nû bibin.