Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê: Nûçeya vekişîna Malikî ji berbijarbûnê ne rast e
Navenda Nûçeyan (K24) - Birêvebirê Nivîsîngeha Ragihandinê ya Serokê Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê hemî ew gotgotk û nûçe red kirin ên ku dibêjin, Nûrî Malikî ji hêla Çarçoveya Hevahengiyê ve ji berbijarîtiya ji bo serokwezîrtiya Iraqê hatiye vekişandin.
Birêvebirê Nivîsîngeha Ragihandinê ya Serokê Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê Hîşam Rukabî îro (Sêşem, 17ê Sibata 2026ê) di daxuyaniyekê de bersiva wan gotgotkan da yên ku di medyayê de, li ser vekişîna Nûrî Malikî ji berbijarîtiya ji bo serokwezîrtiya Iraqê, hatine weşandin.
Hîşam Rukabî herwesa ragihand: Bi saya wê kampanyaya medyayê ku îdia dike ku qaşo Çarçoveya Hevahengiyê Nûrî Malikî ji berbijarîtiya ji bo serokwezîrtiya Iraqê vekişandiye û navê cîgirê wî destnîşan kiriye, em tekez dikin ku van nûçeyan tu bingeheka rastîn nîne.
Birêvebirê Nivîsîngeha Ragihandinê ya Serokê Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê amaje jî da ku, Çarçoveya Hevahengiyê pabendî helwestên xwe yên siyasî ye û guhertin tê de çê nebûne.
Birêvebirê Nivîsîngeha Ragihandinê ya Serokê Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê eşkere jî kir ku, “bizavên ji bo şêwandina raya giştî serkeftî nabin," ew jî wekî amajeyekê ku armanca van nûçeyan çêkirina aloziyan di qada siyasî ya Iraqê de ye.