Serok Barzanî meha Remezanê li Misilmanên Kurdistan û cîhanê pîroz dike
Navenda Nûçeyan (K24) - Serok Barzanî bi germî meha Remezanê li Misilmanên Kurdistan, Iraq û cîhanê pîroz kir û got: Ez ji Xudayê mezin dixwazim ku rojî, nimêj û duayên tevan qebûl bike û ev meha pîroz xêr û bereket û aramiyê ji bo hemî aliyan bi cih bîne.
Serok Barzanî îro (Sêşem, 17ê Sibata 2026ê) bi helkefta hatina meha Remezanê peyamek belav kir.
Serok Barzanî di wê peyamê de got: Ez bi vê helkeftê pîrozbahiyê li hemî Misilmanên Kurdistan, Iraq û cîhanê dikim.
Serok Barzanî di pareka din a peyama xwe de gotin: Ez ji Xudayê mezin dixwazim ku rojî, nimêj û duayên tevan qebûl bike û ev meha pîroz xêr û bereket û aramiyê ji bo hemî aliyan bi cih bîne.
Peyama Serok Barzanî:
Bi Navê Xudayê Mezin û Dilovan
Bi helkefta hatina meha Remezanê ya pîroz, ez pîrozbahiyê li hemî Misilmanên Kurdistan, Iraq û cîhanê dikim. Ez ji Xudayê mezin dixwazim ku rojî, nimêj û duayên tevan qebûl bike û ev meha pîroz xêr û bereket û aramiyê ji bo hemî aliyan bi cih bîne.
Mesûd Barzanî
29ê Şabana 1447ê Koçî
17ê Sibata 2026ê Zayînî