Şaredara Moorheadê: Ez dixwazim li Amerîkayê bibim dengê Kurdan
Navenda Nûçeyan (K24) – Şaredara bajarê Moorheadê yê eyaleta Minnesotayê, Shelly Carlson, di hevpeyvînekê de ragihand, ew ji bo piştgirîkirina Kurdan di navendên biryardanê yên Amerîkayê de dixebite. Carlson aşkere kir, ew dixwaze bibe endama Encûmena Nûneran a Minnesotayê da ku zêdetir xizmeta civaka Kurd bike.
Bajarê Moorheadê ku dikeve rojavayê eyaleta Minnesotayê, nêzî 3 hezar Kurdan li dijîn. Şaredar Carlson pesnê serkeftina Kurdan da û got: "Kurd li vir pir serkeftî ne; bûne mamoste, xwedan karsazî û xwaringeh. Kurdan di şerê dijî DAIŞê de ji bo Amerîkayê qurbanî dan, lewma divê em her dem piştgiriya wan bikin."
Derbarê peymana dostaniyê ya di navbera Moorhead û Zaxoyê de, Carlson amaje bi wê kir ku sala par şandeke ji Zaxoyê serdana wan kiriye û wekî sembola dostaniyê darek çandine. Carlson got: "Em niha dixebitin ku di navbera zanîngehên her du aliyan de peywendiyan ava bikin û xwendekaran biguherînin. Herwiha plan heye ku li Moorheadê navê Zaxoyê an jî Kurdistanê li parkekê an jî kolanekê were kirin."
Şaredara Moorheadê aşkere kir, plan dikin hinek alavên agirkujê ji bo Herêma Kurdistanê bişînin. Herwiha Carlson diyar kir, dibe di meha Mijdarê de serdana Zaxoyê bike, da ku baxên hinarê û çandiniya herêmê ji nêz ve bibîne. Wê Kurd wekî mirovên "karker û devken" binav kir û got ku li Moorheadê derfetên mezin ên bazirganiyê ji bo wan hatine amadekirin.
Shelly Carlson di daxuyaniya xwe de li dijî helwesta tund a polîsên koçberiyê yên Amerîkayê (ICE) derket û tekez kir, divê mafên koçberan neyên binpêkirin. Carlson got: "Ez tenê piştgiriya seredariya yasayî li dijî kesên ku sûcên giran encam dane dikim; nabe ku her koçber were tengavkirin û mafên wan werin binpêkirin."