Li Tirkiyeyê goştê mirîşkan ji sedî 15 giran bû
Navenda Nûçeyan (K24) – Berhemînerên goştê mirîşkan bihayê goşt ji sedî 15 bilind kirin. Ev biryara berî meha Remezanê bû sedema nerazîbûna welatiyên li Tirkiyeyê, yên ku ji ber enflasyonê jixwe hêza wan a kirînê lawaz bûye.
Welatî dibêjin di demekê de ku ji ber bihabûna awarte ew nikarin goştê sor bikirin, bi girankirina mirîşkan jî wisa diyar e ew dê meha Remezanê bêgoşt derbas bikin.
Welatiyeke niştecîhê Stenbolê ji Kurdistan24ê re got: "Tiştê ku li hemberî xelkê tê kirin, neheqî ye. Di meha Remezanê de bihayê xwarinê bilind dikin. Kesên kêmderamet nikarin goştê sor bikirin û piranî goştê mirîşkan tercîh dikin, lê niha bihayê mirîşkan jî giran bûye. Ji ber vê yekê tenê kesên feqîr û kêmderamet zerarê dibînin."
Welatiyekî din jî dibêje: "Goştê spî giran bûye û ji niha û pê de divê em li benda daxistinan bin da ku bikarin goştê spî bikirin. Lewma pêdivî ye ku hikûmet li ser vê mijarê lêkolînekê bike."
Berhemîner jî herçend rêz li gazindên welatiyan bigrin, di wê baweriyê de ne ku goştê mirîşkan beramber hilawsanê û xercên berhemanînê erzan maye. Ebdûlmenaf Atilganê ku ev 15 sal in berhemînerî û firoşyariya goştî dike dibêje, kertê wan niha di xirabtirîn rewşê de ye û gelek kompaniyên mezin ên mirîşkan dawî bi karê xwe tînin.
Atilgan got: "Mirîşk ne giran e; kîloya mirîşkê 90 lîre ye, lê di heman demê de kîloya firingiyan 100 lîre ye. Di sala 2012an de kirêya dikanê 3 hezar lîre bû, lê niha bûye 40 hezar lîre. Lêçûna elektrîkê jî gihîştiye 70 hezar lîreyan; hemû lêçûn zêde bûne. Ev zêdebûna ji sedî 15 ne tiştek e, diviyabû bihayê wê ji sedî 50 bilind bibûya. Êdî tu qazanceke wisa di vî karî de nemaye. Ji bo debarê, tenê ev kar di destê min û zarokên min de heye. Xelk jî perîşan e û ew jî di gazindên xwe de ne neheq in."
Li dikana ku di sala 2017ê de rojane çar ton goştê mirîşkan dihat firotin. Ev hejmar niha daketiye 300 kîloyan. Ev jî diselmîne ku hêza kirînê ya welatiyan çend lawaz bazar jî çend sist bûye.