Hikûmeta Sûriyeyê Kampa Holê digire

Erşîf
Erşîf

Navenda Nûçeyan (K24) - Hikûmeta Sûriyeyê amadekariyên ji bo girtina Kampa Holê ya li bakur-rojhilatê Sûriyeyê dane destpêkirin, ku bi dehan hezar kes lê dimînin.

Li gorî raporrteka Rojnameya The Wall Street Journalê ku ji zarê dîplomatkarên şêniyên Şamê belav kiriye, ji wê demê ve ku Hikûmeta Sûriyeyê kontrola wê kampê ji Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) wergirtiye, rewş ber bi xirabiyê ve çûye. Amaje daye wê yekê ku, di çend heftiyên borî de bi hezaran kes ji wê kampê reviyane.

Birêvebirê Bernameya Sûriyeyê li Enstîtuya Rojhilata Navîn li Waşintonê Charles Lister dibêje: Hikûmetê bi kiryar kontrola wê kampê winda kiriye. Her çend derdora wê kampê misoger kiribû jî, qaçaxçîtî û şikandina dîwaran berdewam bû, vê yekê jî rewş gihand gêleşokeka temam.

Şamê li roja Sêşema borî ragihand ku, ew ji bo kontrolkirina rewşê hejmareka pêngavan diavêje, wekî şopandina wan gumanbarên DAIŞê yên ku ji kampê derketine û xebitîna ji bo vegerandina girtiyên berê ji bo nav civakê. Herwesa gelek ji şêniyên mayî ji bo kampeka nû li nêzîkî Helebê hatine veguhastin, ku hikûmet dibêje ku li wê derê jêrxane û çavdêriyeka çêtir heye.

Ji tirsa zêdetir têkçûna rewşa ewlehiyê û revîna tundrêyan, artêşa Amerîkayê operasyoneka mezin da destpêkirin da ku nêzîkî 5,700 çekdarên DAIŞê ji zindanên Sûriyeyê ji bo nav axa Iraqê veguhêze. Rayedarekê berevaniya Amerîkayê ragihand; Ew operasyon li roja Înê bidawî bû û metirsiya revîna wan çekdaran ji holê rakir.

Waşintonê herwesa hêzên xwe yên li Sûriyeyê kêm kirin û di pêngaveka stratejîk de bingeha Tenefê vala kir û da destê artêşa Sûriyeyê kir. Ev jî piştî ku Hikûmeta Sûriyeyê bû hevpara Amerîkayê di şerê li dijî terorê de.

Girtina Kampa Holê dê krîzeka mirovî û dîplomatîk a demdirêj bi dawî bîne, lê di eynî demê de ji bo Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera ceribandineka mezin e, ka gelo ew dikare ewlehiya deverê biparêze û pêşiyê li serhildana DAIŞê bigire, xasma jî piştî ku bi hezaran kes ji kampên xwe reviyan û xetera belavbûna wan li nav Sûriyeyê û derve heye.