Mesrûr Barzanî pêşwaziya Berpirsê Karûbarên Balyozxaneya Amerîkayê li Iraqê kir

Mesrûr Barzanî û Joshua Harris
Mesrûr Barzanî û Joshua Harris

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwaziya Berpirsê Karûbarên Balyozxaneya Amerîkayê li Iraqê kir û pê re pêşxistina têkiliyên dualî, rewşa giştî ya Iraqê û danûstandinên avakirina kabîneyên nû yên hikûmeta federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê nîqaş kirin.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî êvara îro (Çarşem, 18ê Sibata 2026ê) pêşwaziya Berpirsê Karûbarên Balyozxaneya Amerîkayê li Iraqê Joshua Harris kir.

Di wê civînê de, pêşxistina têkiliyên dualî, rewşa giştî ya Iraqê û danûstandinên avakirina kabîneyên nû yên hikûmeta federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatin nîqaşkirin.

Her du alî li ser pêdivîtiya avakirina hikûmeteka bihêz li Iraqê li ser bingeha rêzgirtina li destûrê û pergala federal û qeware û mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê hevnerîn bûn. Hikûmetek be ku, bêyî cudahî xizmeta hemî welatiyên Iraqê bike.

Mesrûr Barzanî û Joshua Harris di pareka din a danûstandinan de tekez li ser girîngiya avakirina kabîneyeka bihêz û seranserî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî kir.

Berpirsê Karûbarên Balyozxaneya Amerîkayê li Iraqê jî ji aliyê xwe ve pîrozbahî û destxweşî li Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê kirin, ji ber reformên Hikûmeta Herêma Kurdistanê di sektorên cuda cuda de.