Mezlûm Ebdî: Em hêvîdar in Remezan bo vegera awareyan bibe derfetek

Mezlûm Ebdî
Mezlûm Ebdî

Navenda Nûçeyan (K24) - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di peyamekê de hatina meha Remezanê li cîhana Îslamî pîroz kir û daxwaza bidawîanîna gotara kerb û kînê kir û hêvîdar e, ku ev meh ji bo vegera awareyên Efrîn û Serêkaniyê ji bo ser warên wan bibe derfetek.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî îro (Çarşem, 18ê Sibata 2026ê) bi helkefta hatina meha Remezanê li ser hesabê xwe yê tora civakî ya Xê peyamek weşand.

Mezlûm Ebdî di peyama xwe de pîrozbahî li tevahiya Misilmanên cîhanê û gelên deverê kir û hêvî kir ku, ku ev meh bibe sedema "rehmet, aştî û tenahiyê" ji bo deverê.

Fermandarê HSDê di vê helkeftê de bîranîna şehîd û qurbaniyan bilind nirxand û hevxemiya xwe ji malbatên wan re tekez kir.

Navbirî di pareka din a peyama xwe de bang li welatiyên Sûriyeyê kir, ku ji bo "xurtkirina bingehên pêkvejiyanê û redkirina gotara kerb û kînê" di navbera hemî pêkhateyan de bê kirin.

Fermandarê HSDê li ser pirsa awareyan hêvîdar e ku, hatina meha Remezanê bibe westgehek ji bo bidawîanîna nexweşiyan û ragihand: Em hêvîdar in ev meh ji bo vegera awareyên Serêkanî, Efrîn û tevahiya deverên din ji bo ser mal û halên bibe derfetek.