Ehmed Şera biryara lêborîna giştî bo zindanî û daxwazkiriyan li Sûriyeyê derxist
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Sûriyeyê biryarnameyeka qanûnî ji bo lêborîna giştî derxist, ev biryar lêborîna bi tevahî û parekî cezayên binpêkirinan û hin tawanên giran vedigire, bi wî şertî ku tawanên giran ên wekî îşkencedan, bazirganîkirina bi mirovan û binpêkirinên li dijî gelê Sûriyeyê venegire.
Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera îro (Çarşem, 18ê Sibata 2026ê) biryarnameyeka qanûnî ya nû bi hejmar 39 ji bo sala 2026ê derxist, ku tê de lêborîneka giştî ji bo wan tawanan ragihandiye yên ku berî 17ê Sibatê hatine kirin.
Ev biryar, ku ji pênc rûpelên fermî pêk hatiye, lêborîna giştî hemî cezayên binpêkirinan vedigire, ji bilî ku gelek rengên tawanan wekî qaçaxçîtîyê, bazirganîkirina bi diravê biyanî û tawanên têkildarî parastina bikarberan diçin di çarçoveya lêborîna bi tevahî de.
Ev biryarname amajeyê dide ku lêborîna bişert ji bo tawanên revandinê tê peyrewkirin, bi wî şertî ku ew wan kesên revandî bêyî beranber û bêyî zirarên laşî berdin, an jî di nav mehekê de piştî derketina vê biryarnameyê bidin destê aliyên peywendîdar.
Herwesa ew kesên ku çekên bê destûrî li cem wan hene jî sê meh hene ku, çekên xwe radest bikin da ku ji cezayan xilas bibin.
Di derheqa wan kesan de yên ku ji zindanan reviyane an jî daxwazkirî ne, vê biryarnameyê 60 roj diyar kirine ku ew xwe bidin destê aliyên ewlehiyê an dozgerê giştî da ku bikarin feydeyî ji vê lêborînê werbigirin. Tekez jî kir ku, ew lêborîn tenê cezayên giştî vedigire û divê mafên kesanî û qerebûya zirardîtiyan pêşwext bê bê çareserkirin.
Ji aliyekî din ve, ev lêborîn hejmareka tawanên hestyar û xeter cuda dike ku tu rengên hêsankariyan wan venagirin, wekî wan tawanên ku binpêkirinên mezin li beranberî gelê Sûriyeyê tên vavartin, tevî tawanên îşkenceyê, bazirganîkirina bi mirovan û dizîna pêkhateyên tora elektrîkê û peywendiyan.
Herwesa tawanên wekî leşfiroşî, sextekariya di azmûnan de, û ew tawanên ku ji hêla Encûmena Dadweriyê ya Bilind ve biryar li ser hatiye dayîn, dê li derveyî çarçoveya vê lêborînê bimînin.
Di vê biryarê de hatiye ku, Wezîrê Dadê hatiye erkdarkirin ku komîteyeka bijîşkî çê bike da ku kesên ku ji ber rewşa tenduristiya xwe daxwaza lêborînê dikin bipişkinin, û divê hemî daxwaz di nav du mehan de ji Dîwana Dozgerê Giştî an birêvebiriyên zindanan re bên şandin. Di roja belavbûna vê biryarnameyê di Rojnameya Fermî de dest bi bicihanîna wê tê kirin û hemî dezgehên têkildar bi bicihanîna naveroka wê tên pabendkrin.