Rêberê ruhanî yê Diruzan: Civaka me ya li Sûriyeyê di metirsiyê de ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêberê ruhanî yê Diruzan li Îsraîlê Şêx Miwefeq Tarîf hişyarî da ku piştî şer û pevçûnên heft mehan, çarenûsa civaka Duriz a li hundirê Sûriyeyê di bin metirsiyeke mezin de ye.

Rêberê ruhanî yê civaka Diruzî li Îsraîlê, Şêx Miwefeq Tarîf ji gundê Julîs ê herêma Celîlê ji ajansa AFP re axivî û bal kişand ser rewşa xirab a Duriz ên li Sûriyeyê. Tarîf diyar kir ku civaka Duriz a li Sûriyeyê di bin dorpêçê de ye û rê nayê dayîn ku tu alîkariyên mirovî bigihêjin wan.

Şêx Miwefeq Tarîf di daxuyaniya xwe de daneyên morker parve kirin û weha got: "Hîn jî zêdetirî 120 hezar welatiyên Duriz koçber in û ji warê xwe bûne. 38 gundên me hatine dagirkirin û rê nayê dayîn ku xelkê wan vegere malên xwe. Her wiha 300 welatiyên me ku jin û zarok jî di nav de ne, ji aliyê hêzên hikûmeta Sûriyeyê ve wek dîl hatine girtin."

Tarîf her wiha destnîşan kir, tevî agirbesta meha Tîrmehê jî, gihîştina parêzgeha Siweydayê hîn jî zehmet e û xelkê gundan di vê zivistana sar de di nava mercên pir giran de dijîn.

Derbarê ewlehiya herêmên Durizan de, Şêx Tarîf got: "Durizên li Sûriyeyê hewceyî hêzên ewlehiyê yên hikûmetê nînin. Hêzên me yên taybet hene ku dikarin herêma me biparêzin."

Herwiha wî bal kişand ser krîza aborî ya li Sûriyeyê û diyar kir, ji ber xizaniyê, gelek Durizên Sûriyeyê dixwazin li Îsraîlê wek karkerên rojane kar bikin, da ku debara xwe peyda bikin.

Li gorî raporên Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan (SOHR), di şerê çekdarî yê navbera Duriz û eşîrên Bedo de ku di meha Tîrmeha borî de dest pê kiribû, heta niha zêdetirî 2 hezar kes hatine kuştin. Hat diyarkirin ku ji van kesan 789 jê sivîlên Duriz in ku artêş û hêzên hundirîn ên Sûriyeyê bi kuştina wan têne tawanbarkirin.

Ji aliyê din ve, Ofîsa Koordînasyona Karên Mirovî ya Neteweyên Yekgirtî (OCHA) aşkere kir, ji ber tundûtûjiya li başûrê Sûriyeyê, nêzîkî 187 hezar kes ji malên xwe koçber bûne.

Di dema alozî û pevçûnan de, artêşa Îsraîlê jî çend caran herêmên li Sûriyeyê bombebaran kirin û ev yek wek "parastina civaka Duriz" hat pênasekirin.