Platforma Zimanê Kurdî: Bêyî ziman, ne netewe dimîne ne jî paşeroj
Navenda Nûçeyan (K24) – Platforma Zimanê Kurdî radigehîne, eger ziman ji destê me çû, wê siberoj û netewa me jî ji dest me here.
Bi boneya Roja zimanê dayikê, Platforma zimanê Kurdî bang li hemû Kurdan dike, xwedî li zimanê xwe derkevin û zimanê xwe bipazêin.
Platformê daxwazên xwe yên ji bo statuya zimanê Kurdî rêz kirin û bang li rayedarên dewletê kir ku mafên zimanî bi qanûnan werin mîsogerkirin: "Em ji dewletê daxwaz dikin ku zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û wekî zimanekî fermî were qebûlkirin. Ev mafekî mirovî û neteweyî yê rewa ye."
Her wiha di daxuyaniyê de bang li partiyên siyasî yên di bin banê parlamentoyê de jî hat kirin: "Pêwîst e partiyên siyasî di parlamentoyê de gavan biavêjin. Divê qanûnên ji bo mafê zimanê Kurdî werin amadekirin û bikevin rojeva parlamentoyê. Bila hemû alî helwesta xwe diyar bikin da ku bi hevbeşiyeke berfireh a siyasî, Kurdî bibe xwedî statuyeke qanûnî."
Sibe, 21ê Sibatê, li seranserê cîhanê wekî Roja Zimanê Dayikê tê pîrozkirin. Li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê jî ji bo balê bikşînin ser qedexeyên li ser zimanê Kurdî û daxwaza perwerdehiya bi zimanê dayikê, gelek çalakî û daxuyaniyên cuda têne amadekirin.