Axios: Trump amade ye lihevkirineka berfireh bi Îranê re bike

Navenda Nûçeyan (K24) - Li gorî raportên medyaya cîhanî, Serokê Amerîkayê Donald Trump nexşerêyeka nû ji bo serederîkirina bi dosyeyên atomî û siyasî yên Îranê re amade kiriye.

Malpera Axiosê ya Amerîkayî ji zarê rayedarekê payebilind ê Amerîkayê got ku, Trump amadebûna xwe nîşan daye ku destûrê bide Îranê ku uranyûmê bi awayekî rêjeyî û sînorkirî dewlemend bike.

Ev pêngav wekî parek ji derfeteka Waşintonê ye ku bigihîje lihevkirineka girîng, bi wî şertî ku Tehran bi tevahiya daxwazên Trump razî bibe. Li gorî wê çavkaniyê, ev derfet demkî ye û heke Îran qebûl neke, ew derfet dê li ser maseyê nemîne.

Her di wê çarçoveyê de amaje hatiye dayîn ku, her lihevkirineka di navbera Tehran û Waşintonê de bê îmzekirin, divê di bin ronahiya razîbûna welatên Kendavê û Îsraîlê de be, da ku tenahiya deverê garantî bike û nîgeraniyên hevalbendên Amerîkayê nehêle.

Ji aliyekê din ve, Ajansa Reutersê ji zarê du rayedarên Amerîkayî aliyekê din ê planên birêvebiriya bê ya Trump eşkere kir. Li gorî wê raportê, heke Trump biryarê bide, plan hene ku çend kesatiyên payebilind ên di nav Hikûmeta Îranê de bikin armanc an jî bizavê bikin ku rejîma wî welatî biguherînin.

Rayedaran amaje jî da ku, bicihanîna bijardeya armanckirina kesatiyên bibandor ên di desthilata Îranê de pêdivîtî bi hevahengî û komkirina zanyarên hewalgirî yên zêdetir û berfirehtir heye, da ku Waşinton bikare pêngavên Tehranê û tevgerên serkirdeyên wê bi hûrî bixwîne.

Ev tevgerên dîplomatîk û leşkerî yên Amerîkayê di demekê de ne ku, cîhan li benda destpêkirina fermî ya Trump e ji bo dîtina arasteya dawiyê ya têkiliyên di navbera Waşinton û Tehranê de.