Hemî rêyên sereke yên Hesekeyê îro tên vekirin
Navenda Nûçeyan (K24) - Hemî rêyên sereke yên parêzgeha Hesekeyê ji nû ve hatine vekirin û bi biryara parêzgarê parêzgehê, geştên asmanî yên di navbera Heseke û Şamê de tên normalkirin, lê biryara vekirina rêyên sereke li Qamişloyê hîn jî nehatiye bicîhanîn.
Bi biryara Parêzgarê Hesekeyê Nûredîn Îsa, roja (Yekşem, 22ê Sibata 2026ê) hemî ew rêyên ku ber bi bajarê Hesekeyê ve diçin dê li ber rêwiyan bên vekirin.
Parêzgarê Hesekeyê herwesa got ku, ev pêngav piştî wê yekê tê ku aliyên peywendîdar hemî rêkarên pêdivî ji bo misogerkirina ewlehiya civakî bidawî anîne.
Nûredîn Îsa tekez jî kir ku, plan hene ku geştên asmanî yên di navbera Heseke û Şamê de bên destpêkirin. Armanca vê biryarê çalakkirin û xurtkirina têkiliyên civakî di navbera welatiyên deverên cuda cuda de û hêsankariyên ji bo veguhestina kelûpel û pêdivîtiyên bazirganî û mirovî ji bo nav parêzgehên ye.
Li gorî zanyarên peyamnêrê Kurdistan24ê li Qamişloyê; Her çend biryara vekirina rêyan hatiye dayîn jî, lê rêkar hîn bi rengekê kiryarkî nehatine bicîhanîn û tê payîn ku di saetên bê de pêngavên kiryarkî bên avêtin.
Peyamnêrê Kurdistan24ê amaje jî da ku, di salên borî de ji ber şer û aloziyên berdewam ên deverê, piraniya rêyên stratejîk hatibûn girtin, wekî rêyên Şedadî, Dêrazor, Telhemîs, Telberek û bajarê Holê. Herwesa rêya Çilaxayê li nêzîkî gundê Sefayê û paştir jî devera Tirbespiyê, ji ber neseqamgiriya rewşa ewlehiyê û dorpêçkirinê hatin û çûn tê de leng bûbû.
Peyamnêrê Kurdistan24ê Ekrem Salih di derheqa mijara dubare bikarxistina balafirxaneya Hesekeyê de ji zarê endazyar û tîmên teknîkî amaje da, pêvajoya çarekirina wê balafirxaneyê ne karekê demkî û hêsan e. Şareza dibêjin ku, ev nêzîkî 16 salan e wê balafirxaneyê bi tevahî kar nekiriye, ji ber vê yekê heta ku ew ji bo dadan û firîna balafiran dubare bê amadekirin, pêdivîtiya wê bi gelek mehanên xebata berdewam û nûjenkirina bingehîn heye.