Alozî di navbera zêrevanên Parêzgarê Kerkûkê û Artêşa Iraqê de çê bûn
Navenda Nûçeyan (K24) - Piştî ku artêşa Iraqê êrîşî taxa Newrozê ya bajarê Kerkûkê kir û malbateka Kurd ji mala wan derxist û destê xwe danî ser xaniyê wan, berî demeka kêm rewş gihîşt wê astê ku di navbera zêrevanên Parêzgarê Kerkûkê û endamên artêşa Iraqê de alozî çê bûn.
Şêniyekê taxa Newrozê ji Kurdistan24ê re got: Ji bilî wî xaniyê ku artêşa Iraqê îro (Yekşem, 22ê Sibata 2026ê) destê xwe danî ser, artêşa Iraqê niha bizavê dike ku destê xwe deyne ser sê xaniyên din jî.
Wî herwesa rexne li hikûmeta Iraqê kir ku, pirsgirêkên mal û milkan bi rêya qanûn û polîsan çareser nake, ji ber vê yekê jî bi hêza leşkerî êrîşî malbatên Kurd ên taxa Newrozê dike.
Li gorî zanyarên peyamnêrê Kurdistan24ê li Kerkûkê Soran Kameran, Parêzgarê Kerkûkê Rêbwar Hadî di yek ji xaniyên dagirkirî yên taxa Newrozê de bi efserekî artêşa Iraqê re di danûstandinan de ye, da ku wê pirsgirêka çareser bike.
Artêşa Iraqê zêdetir ji 120 xaniyan li taxa Newrozê destnîşan kirine û dixwaze destê xwe deyne ser wan, her çend destê xwe daniye ser çend xaniyan û leşker tê de binecih kirine, ev yek jî bûye sedema bêzarbûna şêniyên wê taxê.
Hêzeka Artêşa Iraqê li serê sibeha îro (Yekşem, 22ê Sibata 2026ê) êrîşî taxa Newrozê ya bajarê Kerkûkê kir û malbateka Kurd bi zorê û hêza çekan ji mala wan derxist û destê xwe danî ser xaniyê wan.
Pirsgirêka taxa Newrozê ne nû ye, pêştir jî çend caran di navbera artêşa Iraqê û xwecihên wê taxê de alozî çê bûne. Artêşa Iraqê heta niha destê xwe daniye ser pênc xaniyên wê taxê û leşker lê bi cih kirine. Her çend ji Wezareta Darayî û Wezareta Dadê nivîsar ji Wezareta Berevaniyê re hatine şandin jî ku wan xaniyan vala bike, lê artêşê ew biryar bi cih neaniye.