KCK: Şaşiyên bingehîn di raporta Komîsyona Aştiyê de hene

Komîsyona Aştiyê di dema dengdana ji bo raporta dawiyê de (Wêne: AA)
Komîsyona Aştiyê di dema dengdana ji bo raporta dawiyê de (Wêne: AA)

Navenda Nûçeyan (K24) - Koma Civakên Kurdistanê (KCK) di daxuyaniyekê de rexne li raporta Komîsyona Yekrêziya Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ji bo çareserkirina pirsa Kurdan li Tirkiyeyê kir û ragihand ku, şaşiyên bingehîn di wê raportê de hene

Li gorî daxuyaniya KCKê, hebûna wan şaşî û kêmasiyan bûye sedema şêwandina naveroka wê raportê.

Di pareka din a wê daxuyaniyê de hatiye gotin ku, di wê aportê de pirsa Kurdan bi zelalî nehatiye behskirin, û heya ku ew pirs neyê pênasekirin jî, çareserkirina wê mistehîl e.

KCKê amaje jî daye ku her çend dest ji înkarkirina hebûna Kurdan hatiye berdan jî, lê zihniyeta înkarkirinê ji hêla qanûnî û siyasî ve her berdewam e. Li gorî bawera KCKê, paşguhkirina pirsa Kurdan di warên civakî, siyasî û qanûnî de dibe sedema bêqîmetbûna her axaftineka li ser biratiya Kurd Tirkan.

Ew raport di civîna 21ê ya wê komîsyonê de li roja 18ê Sibata îsal hat pejirandin û li ser malpera fermî ya parlementoyê hat weşandin.

Ew raport ji heft parên sereke pêk tê, ku ev in:

- Xebata komîteyê

- Armancên sereke yên komîteyê

- Rehên dîrokî yên biratiya Tirk û Kurdan û qanûna biratiyê

- Xalên hevpar ên wan kesên ku di komîteyê de duhdarî kiriye

- Hilweşandina PKKê û danîna çekan

- Pêşniyarên qanûnî ji bo wê pêvajoyê

- Pêşniyar ji bo demokrasiyê

Di pareka wê raportê de amaje hatiye dayîn ku, Tirkiye li ser bingeha aştî, yekparçeyî, demokrasî û biratiyê xurttir bibe. Tekez li ser wê yekê jî kiriye ku, divê pêvajoya çareseriyê li ser bingehekê bê meşandin ku ewlehiya giştî biparêze, maf û azadiyan berfireh bike û razîbûna civakî zêdetir bike.

Di wê raportê de ew yek jî hatiye berçavkirin ku, "nêrînên hevpar" ên wergirtî ji xebata komîsyonê û ramanên pêşkêşkirî di tekista wê de hatine nîşandan; behsa wê yekê jî hatiye kirin ku, di qonaxa bê de, şefafiyeta rêxistinên îdarî û qanûnî, tevgiriya pêngavên pêkvejiyana civakî û berdewamiya çavdêriya parlementoyê dê roleka yekalîker bilîzin.