Ragihandinek ji Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê
Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekez dike ku, Herêma Kurdistanê tu demekê ji bo ewlehiya ti welatekê cîran çavkaniya gefan nebûye û rêyê jî nade ku ti aliyek Herêma Kurdistanê li dijî ti welatekê cîran bi kar bîne.
Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro (Yekşem, 22ê Sibata 2026ê) ragihandinek belav kir û tê de got: Îro çend alîyan ragihandinek belav kiriye ku tê de gef li welatekê cîran kirine. Di vî warî de, em pêdivî dibînin ku tekez bikin ku Herêma Kurdistanê her tim faktora tenahî û aştiyê li deverê bûye.
Wezareta Navxwe amaje daye wê yekê jî ku, Herêma Kurdistanê ti demekê ji bo ewlehiya ti welatekê cîran nebûye çavkaniya gef û xeterê û rêyê jî nade ku ti aliyek Herêma Kurdistanê li dijî ti welatekê cîran bi kar bîne.