Şam û HSD li ser pêngavên tevlîkirina hêzên leşkerî civiyan
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokerkanê Giştî yê Sûriyeyê û şandeyeke Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li Şamê civiyan. Di civînê de pêngavên pratîkî yên tevlêkirina HSD’ê di nava artêşa Sûriyeyê de hatin nirxandin.
Serokerkanê Giştî yê Artêşa Sûriyeyê Lîwa Elî Nasan, duh êvarê 22ê Sibatê li Şamê pêşwazî li şandeyeke Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) kir. Li gorî daxuyaniya Wezareta Berevaniyê ya Sûriyeyê, di civînê de mijara sereke "yekkirina hêzên leşkerî" bû.
Medyaya fermî ya Sûriyeyê ragihand, di hevdîtinê de pêngavên tevlêkirina yekîneyên HSD’ê di nava çend lîwayên fîrqeyên Artêşa Erebî ya Sûriyeyê de, belavbûna leşkerî ya li ser erdê û hinek pêngavên îdarî yên girêdayî vê pêvajoyê hatine gotûbêjkirin.
Ji bo birêvebirina vê pêvajoyê jî, Serokatiya Komara Sûriyeyê roja 21ê Sibatê ragihandibû, Emîd Ziyad El-Ayeş wek mûnerê serokatiyê ji bo şopandin û cîbicîkirina xalên peymana 29’ê Çileyê ya di navbera hikûmetê û HSD’ê de, hatiye erkdarkirin.
Xalên sereke yên Rêkeftina 29’ê Çileyê
Hikûmeta Sûriyeyê di 29’ê Çileya borî de ragihandibû, wan bi HSD’ê re li ser agirbesteke giştî û peymaneke berfireh li hev kiriye. Li gorî agahiyan, xalên herî girîng ên vê lihevkirinê ev in:
- Hêzên leşkerî: Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) dê bibe pareka Wezareta Berevaniyê ya Sûriyeyê, lê wekî lîwa û yekîneyên leşkerî dê li deverên xwe bimînin.
- Doza Ewlehiyê: Hêzên Ewlehiyê dê bibin pareka Wezareta Navxweyî ya Sûriyeyê û dê erkê parastina nav bajaran werbigirin; Artêşa Sûriyeyê dê neçe nav tu bajar û gundê Kurdan.
- Birêvebirin û Ziman: Perwerde bi zimanê Kurdî li dibistan û zanîngehan dê bê fermîkirin. Karmendên Rêveberiya Xweser dê bibin karmendên dewletê û birêvebirina deverê dê di destê xelkê deverê de be.
- Rewşa Kobanê: Dorpêça li ser Kobaniyê dê bê rakirin û ew hêz dê ji hundir bo derdora wî bajarî bên vekişandin.